Li Dehgulanê ciwanek li qereqolê bi êşkenceyê hate qetilkirin

Li bajarê Dehgulan ê li Rojhilatê Kurdistanê, hate ragihandin ku Şademan Ehmedî yê 8'ê Kanûnê hate destgîrkirin, bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Ciwanê bi navê Şademan Ehmedî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve pêncşemê piştî nîvro bi destê hêzên îstîxbaratê ji mala xwe hate revandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ehmedî birin Qereqola Polîsan a li Qada Saetê, lê danê êvarê cenazeyê wî dan.

Tê gotin ku Ehmedî li qereqolê di encama êşkenceya hovane de hatiye kuştin.

Dewleta Îranê qîma xwe bi vê jî neanî, ji bo cenaze bi şev bê veşartin zext li malbatê kir.

Li gorî aktîvîstên mafên mirovan, ji 16'ê Îlonê dema destpêkirina çalakiyên şermezarkirinê û vir ve herî kêm 8 Kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hatin revandin û bi êşkenceyê hatin qetilkirin.

Hêzên dewleta Îranê her wiha di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de yên li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes qetil kir, bi sedan jî girt.