Rêveberê YNK'ê pirsî: Şandeya ji 30 sîxurên MÎT'ê li Mûsilê çi dike?

Berpirsê YNK’ê yê Mexmûr û çavdêrê siyasî Reşad Gelalî diyar kir ku nêzî meheke şandeyeke îstixbaratê ya MÎT'ê hatiye Mûsilê û karê îstixbaratî û taybet li ser herêma Şengal û derdorê wê dike.

Demek dirêje Tirkiye bi hevkariya eniya Tirkmen û dîsa hevkariya PDK’ê li Herêma Başûrê Kurdistanê dest bi xebatên îstixbaratî û Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî (MÎT) a dewleta Tirk kirine. 

Her di vê çarçoveyê de herî dawî Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan roja Sêşemê 4’ê Cotmeha 2022’ê serdana Serokatiya bajarê Hewlêrê ya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) kir.

Berpirsê YNK’ê yê Mexmûr û Çavdêrê Siyasî Reşad Gelalî tevlî bernameya Tewerî Roj a Aryen Tv bû bersiva pirsên rojnamevan Aras Îbrahîm da. 

‘ŞANDEYA MÎT’Ê YA JI 30 KESÎ PÊK TÊ LI MÛSILÊ YE’

Gelalî agahiyek balkêş derbarê liv û tevgera MÎT’a Tirk de da, ku dema dawî li Mûsilê bi karê îstixbaratî radibe. Gelalî got, "Ez ê agahiyek bidim heta niha nehatiye parvekirin. Li Mûsilê şandeyeke ya MÎT’ê ya 30 kesî heye. Armanca vê komê diyare ya li herêmê. Nêzî mehekê ye ku kar dikin, armanca wan zêdetir bandorê li ser pêkhateyên herêmê bike. Desthilata xwe li ser Şengal û derdorê wê ferz bike. Li gorî min dixwazin hebûna Êzidiyan tine bike. Wisa biçe bandorê wê li ser Erebên koçber ên hatine herêmê jî bike. Li gorî min wê siberojê metirsiyek mezin li ser xuşk û birayên em yên Êzidî bike. Ev demeke karê wiha tê kirin, lê kêmtirî mehekê ye ev şande hatiye Mûsilê. Ez weke dilsoz û çavdêrek ji bo welat û neteweya xwe qala vê yek dilkim. Hêvî dikim hemû alî bi kêmtirîn ziyat ji êrîş û dagirkeriya Tirkiye, Sûriye, Îran derkevin. Hêvî dikim lihevkirinek nava aliyên siyasî yên her çar parçeyan bibe.”

FÎDAN SERDANA BEXDA KIRIBÛ

Hêjayî bibîrxistinê ye Serokê Îstixbarata Tirk Hakan Fîdan 11’ê Îlonê serdana Bexdayê kiribû û bi rayedaran re bi taybetî bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mustefa El-Kazimî û Serokê Sunniyan Hamîs Hançer re gelek hevdîtinên veşartî û eşkere kiribûn.

TEVGERA MÎT’Ê LI KERKÛK

Li gorî belgeya ku ji aliyê Dezgeya Îstixbaratê ya Iraqê ku li Kerkûkê hatiye amadekirin û li ser tevnên dijîtal ên girêdayî Heşdî Şebî belav bûye, bi îmzeya Rêveberiya Îstixbarata Iraqê ya Kerkûkê li ser e û dîroka 28’ê Hezîrana 2022’an li ser e, hefteya borî 10 wesayîtên ji wana 5 cûrê bi Toyota, 4 bi cûra Taho û 1 jî bi cûra Ram ku li ser navnîşanên MÎT’ê hebûn ji Hewlêrê ber bi Kerkûkê ve çûne. Li gorî heman belgeyê ew wesayîtên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li nêzî balafirgeha Kerkûkê hatine dîtin. Li gorî vê belgeyê Saziya Îstixbarata Iraqê kariye cihê MÎT’a Tirk a li Kerkûkê eşkere bike, lê heta niha ti helwestek li ber vê nehatiye nîşandan.

Lînka bernameya Tewerî Roj a Aryen TV:

Aryen TV - بەرنامەی تەوەری ڕۆژ - پیلانێکى نوێی هەرێمی و ناوچەیی دژ بە گەلی کورد | Facebook

ANF | MÎT xwe li Kerkûkê bi rêxistin dike! (anfkurdi.com)

ANF | Parlamenter Dawidî qala çeteyên MÎT'ê yên li Kerkûkê kir (anfkurdi.com)

ANF | 'Dewleta Tirk li Kerkûkê komên çekdar ava kirine' (anfkurdi.com)