Nobeta malbata Şenyaşar li fûara pirtûkan domiya

Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê li Fûara Pirtûkan a Rihayê ya 5’emîn domand.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta malbatê di roja 641’an de didome. Malbatê nobeta xwe ya edaletê li Fûara Pirtûkan a Rihayê ya 5’emîn domand.

Alî Orûç li ser çîroka malbatê pirtûka bi navê ‘Edalet’ nivîsandibû. Pankarta ‘Ji bo malbata Şenyaşar edalet’ li standa pirtûkê hate danîn. Ferît Şenyaşar li vir axivî û got “Ji ber ku parlementerekî partiya desthilatdariyê ev qetlîam kiriye, darizandineke adilane pêk nehat. 2 sal in edalet pêk nehat, em edaletê dixwazin. Îro jî em bi pirtûka ‘Edalet’ê li Fûara Pirtûkan a Rihayê ne. Em ê li her derê qala vê bêedaletiyê bikin.”