Dagirkeran herî kêm 12 caran bi çekên kîmyewî êrîş birin ser çeperên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di 7'ê Kanûnê de çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 12 caran bênavber bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê ji serê sibehê heta êvarê bênavber 12 caran bi çekên kîmyewî bombe li çeperên şer ên Şehîd Botan barand. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 8 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

7'ê Kanûnê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

7'ê Kanûnê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

7'ê Kanûnê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

7'ê Kanûnê ji serê sibehê heta danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên Şehîd Botan 12 caran bênavber bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7'ê Kanûnê Deşta Kafya ya Garê, Geliyê Avaşîn ê Avaşînê û Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar û Girê Cûdî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Şehîd Hakî û Girê Şehîd Kamûran bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."