Malbatên girtiyan: Em deyndarê têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne

Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin “Heta dilopa dawîn a xwîna xwe em li vir in. Em deyndarê têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne.”

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û berdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye, dabû destpêkirin didome. Çalakiya malbatan di roja 386’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê jî piştgirî dan malbatan. 

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdûlsena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada anî ziman ku zêdetirî salekê ye ew daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Bila zext û zordariyê li girtiyan nekin û girtiyên ku cezayê wan qediyane berdin. Em dixwazin ku girtî bên tedawîkirin. Me lîsteya girtiyên nexweş dabû partiyên li Meclisê û wan jî soz dabûn ku dê li ser mijarê bisekinin. Lê Meclis vebû û ew jî li ser soza xwe nesekinîn. Heya ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li cem girtiyan bin. Em îro deyndarên tekoşîna zarokên xwe yên di zindanê ne û em bejna xwe li ber wan ditewînin."

Bi domdarî Ada bertek nîşanî girtina girtiya bi navê Şadiye Manap ku 30 salan di girtîgehê de mabû û piştî berdanê dîsa hatibû girtin û wiha bi dawî kir: “Hevala Şadiye 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan. Lê çawa ku hate berdan, dîsa hate girtin. Hevala Şadiye 30 salan li ber xwe da û wê dîsa li ber xwe bide.” 

Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edelet"  bi dawî bû.