Dr. Berwarî: Ocalan peyam da CPT û cîhanê

"Redkirina hevdîtinê ya Ocalan a ji bo CPT tê wateya redkirina sîstema navneteweyî, Tirkiye, herêmî û cîhanî. Rabûna li ber vê zalim û bêbextiya komployê ye. Peyamek ji bo cîhanê ye."

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser saziya CPT a ku diyarkiribû çûye Îmralî û piştre derket ku Rêberê Gelê Kurd hevdîtin qebûl nekiriye û pirseke bi vî rengî kir: "Divê CPT rastiya çûna xwe ya li Îmraliyê eşkere bike. Gelo rewşa tenduristiya Ocalan çawa ye? Ji bo çi Ocalan hevdîtina gel wan qebûl nekiriye?'

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di navbera 20-29'ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kiribû. CPT, di vê serdana xwe de daxuyandibû ku çûye Girtîgeha Îmraliyê jî û li vir hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konarî Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re kiriye. 

Lê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di 29'ê mijdarê de gotibû: "CPT, di Îlona 2022'yan de çû Girava Îmraliyê lê me bihîst ku birêz Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye." Li ser vê fikar zêde bûn.

Li ser vê mijarê Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî ji ANF’ê re nirxandin kir û destpêkê got: “Her kes dizane şereke mezin a cîhanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn heye. Ji Ukranya bigire heta Kurdistan, Îran, Efganistan, Sûriye û Iraq li nava wî şerî ye. Navenda şer Kurdistan e. Pêşî hêzên herêmî û hêzên DAÎŞ’ê û mezin jî ketine nav. Dibe ev şer mezintir bibe di nava hêzên Emerîka Rûsya û hêzên serdest ên cîhanî û dîsa hêzên herêmî de. 

‘GIRTINA OCALAN DESTPÊKA PÊVAJOYEK NÛ BÛ JI BO CÎHANÊ’

Dr. Berwarî qala komploya li ser Ocalan jî kir û got: “Rêber Apo bi komployeke navneteweyî hate girtin. Ew destpêka pêvajoya ne ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê. Ev girtin ji rêzê nebû. Ev mezitirîn lihevkirina di navbera hêzên cîhanî li beramber kesekî di dîroka mirovahiyê de nehatî dîtin. Vê girtinê bandoreke mezin li herêmê kir. Eger ku gelê Kurd, hêz û kesayetên demokratîk û aştîxwaz li pişt Ocalan dîsa Tevgera Azadiya Kurd li dorî Ocalan nebûna yek dibe di nava çend rojan de Abdullah Ocalan bihata sêdaredan. Berxwedaniya Ocalan û xweragiriya wî ya 25 salan a li Îrmaliyê hemû hêzên komploger şok kirin, pîlanên wan vala derxistin, serobin kir. Dema Ocalan bi vî karî rabû û bergirî ji bo gelê Kurd kir, di serî de gelê Kurd û civakên din ji mirin û qirkirinê xilas bike.”

‘DIVÊ CPT SEDEMÊ ÇÛYÎNA XWE YA ÎMRALÎ EŞKERE BIKE’

Mamosteyên Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser bêhiqûqiya CPT’ê û wiha domand: “Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ji roja yekem heta niha beşek ji wê komployê ye. CPT ti demê di derbarê mijara Ocalan de bi erkê xwe yê mirovî, exlaqî û wijdanî nerabûye. Erkê van 25 salan dikeve ser milê CPT’ê. CPT xwedî wê rayeyê ye dikare ser her welatan re xwe li yekê bike xudan. Xaca Sor dikare xwe bikare bike xudan. Lê di derbarê girtiyên Kurd û taybet derbarê Ocalan kêmanî û xemsarî kirine. Ev seneryona ku CPT meha Îlonê çûyî Tirkiye û serdana Îmralî kirî û cihên din, kes pê qenet nebûye. Nabe ku saziyek di astek wiha de li benda Tirkiye bimîne bê ka wê qebûl bike yan na raporta xwe ya derbarê lêkolînên kirî de eşkere bike. Eger li ser erêkirin û neerkirina Tirkiye kar bikin, wê demê serxwebûna xwe ji dest dide û dikeve bin xizmeta Tirkiye. Ez di wê baweriyê de me ku Ocalan ew hevdîtin red kiriye. Ji ber ku helwesta CPT, Ewropa û Dadgehên Ewropa ji destpêkê ve li ber Ocalan helwstekî mirovatî, demokrasî û aştîxwazane nebû. Divê CPT rastiya çûna xwe ya li Îmralî eşkere bike. Gelo rewşa tenduristiya Ocalan çawa ye? Ji bo çi Ocalan hevdîtina gel wan qebûl nekiriye?

‘25 SAL IN HEMÛ MAF TÊN BINPÊKIRIN’

Bi taybet ji sala 2011’an û vir ve gelek binpêkirinên derveyî mirovahî û pîvanên exlaqî-mirovî li gel Ocalan hatiye kirin. Asayî ye ku Ocalan li gel CPT hevdîtinê neke. Ev nêzîkatî li dîrokê li ser tu kesê nehatiye kirin ku 25 sal e girtî û ji hemû mafan hatiye bêparkirin. 

‘REDKIRINA HEVDÎTINÊ TÊ WATEYA REDKIRINA SÎSTEMA NAVNETEWEYÎ YA LI SER TÊ KIRIN’

Her gava ku Ocalan li gel parêzer, malbat û kesên din hevdîtinê dike, em dibînin rewşa herêmê tê guherîn. Redkirina hevdîtinê ya Ocalan a ji bo CPT tê wateya redkirina sîstema navneteweyî ye, redkirina siyaseta Tirkiye, herêmî û cîhanî ye. Sekinîna li dijî wê zalimî û bêbextiyê komploya li ser Ocalan hatî kirine. Di qonaxeke wiha de Rojhilata Navîn di nava krîzeke siyasî, leşkerî, aborî û civakî de ye, bi taybet Tirkiye gihiştiye asteke ku hemû netew, ziman û civakên derdor qebûl nake, li ber hilweşînê ye, kuştina mirovan ji bo wan bûye kareke asayî, dagirkerin welat û herêmên ji bo wê bûye kareke asayî. Ocalan li dijî vê siyasetê û vê rewşê weke helwestek daye nîşandan. Peyamek bide cîhanê û bêje; ew siyaseta îro hûn li ser dimeşin wê cîhanê ber bi wêrankariyê bibe, kes nikare li ser vê axê weke civak û netew bi vê hişmendiyê bi hev re bijîn.

‘HER KES HELWESTA OCALAN BAŞ BIXWÎNE’

Divê em vê helwesta Ocalan baş bixwînin, Taybet Tevgera Azadiya Kurd vê helwestê baş binirxîne. Gelê Kurd vê helwestê baş bixwîne lêkolîn bike. Em bang li Ewropa, Emerîka, taybet NATO, Yekîtiya Ewropa Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dikin ku li soz û peymanên xwe xwedî derkevin. Kareke ne aqil û ne mentiqiye ku heta niha PKK di lîsteya terorê de ye. Karek ne aqilane û mentiqî ye ku pêşiya PKK’ê neyê vekirin ku karê siyasî bike û pêşiya rijandina xwînê bê girtinê. Dîsa tiştek ne bi aqilane ye ku cîhan vê zilm û zordariya li Îmralî nebîne ye.”

‘DEWLETÊN HERÊMÊ BÊ PROJE NE, PROJEYA OCALAN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN GELAN E’

Dr. Kamûran Berwarî qala nebûna projeya welatên herêmî û cîhanî kir û bal kişand ser projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û ev nirxandin kir: “Tişta niha li Rojhilata Navîn tê kirin, parçekirin û diyarkirina sînoran û neteweyan e. Şer şerê aborî û dagirkirina bişavtina gelan e. Civak û neteweyên bê rêxistin wê bên parçekirin û helandin hebûna wan ya li ser nexşeya siyasî bi temamî nemîne. Projeyên Tirkiye, Îran û Îxwanî ne di berjewendiyên gelan de ye. Projeya Konfederalîza Demokratîk, Xweseriya Demokratîk li gel Nexşerêya Ocalan pêşkêş kirî, baştirîn projeya çareseriya li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê ye. Ji ber ku dewletên herêmî û derve ne xwedî ti proje ne, ji bo wê qebûl nakin ku projeyên Ocalan ên aştîxwaz a li ser bingehê Konfederalîzma Demokratîk a pêkvejiyana gelan û neteweyan. Ev sîstemên niha li cîhanê tê birêvebirin, dûrin ji projeyên Ocalan, li ser bejewendiyên netew-dewletan û zilmê hatine avakirin. Rojek wê bên ev hemû sîstem wê li projeyên Ocalan vegerin. Niha krîzeke mezin li cîhanê heye, ji Emerîka bigire heta Ewropa, Çîn, welatên Erebî û hemû cîhanê, hemû di rewşeke xirab de ne. Çavê hemû xelê li aştî, azadî, demokrasî, wekhevî û dadperweriyê ne. Em dibînin gelek welat wêran bûn. Ji bo wê projeya Ocalan çareseriyeke ji bo van hemû pirsgirêkan. 

‘BÊ OCALAN ÇARESERÎ NÎNE’

Divê her kes zanibe girtina Ocalan siyasî ye, ti têkilî bi qanûnê Tirkiye û naveteweyî ye nîne. Divê her kes zaibe ku ev e 25 sal in ne Ocalna maye tinê, ne ji niha şûnde jî dimîne tenê. Ji derveyî PKK’ê û Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê ku KCK nûnertiya wê dike, tevahî Kurdên bi rûmet û keramet, mirovên aştîxwazî û demokrat, hêzên cîhanî yên aştîxwaz, miletên cîhanê yên aştîxwaz, saziyên aştîxwaz ên cîhanê rojane li dorî Ocalan dibin xelek. Ji bo azadiya Ocalan kar dikin. Bê Ocalan tiştek nava Kurdan çareser nabe. Bê azadiya Ocalan ne Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq azad nabin. Her ku Tirkiye zextê bixe ser Ocalan wê ji her alî ve rewşa wê xirabtir bibe.”

‘GELÊ KURD BI KUŞTIN Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ NEQEDE’

Mamosteyên Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî bang li Emerîka û Ewropa kir ku bi çaveke din li herêmî û cîhanî binêre, dîsa rewşa cuda li PKK’ê, KCK’ê û gelê Kurd binêre û ev anî ziman : “Îro metirsiyeke mezin li ser Rojava, Başûr û Şengalê heye. Çareserî ew e ku leşkerên xwe Bakur û Rojhilatê Sûriye, Iraq û Bakurê Kurdistanê vekêşe. Tirkiye bawerî bi sînor û gelê Kurd bike. Dewleta Tirkiye rûpeleke nû ya aştiyane li gel gelê Kurd veke. Ev yek hem ji bo Sûriye, Îran û Iraqê jî derbasdar e. Ev sed salin ev çar dewlet bi hesin û avê hikmî li ser Kurd û Kurdistanê û gelên din dike lê nekarî vîna Kurd bişkînin, gelê herêmê bê îrade bikin. Ji niha şûn ve jî nikarin. Rizgarî û serxwebûna gelê Kurd û gelên din ên bi hev re dijîn pir nêzîk e. 

Erkeke mezin ê exlaqî û mirovî dikeve ser milê hevpeymana navneteweyî li gelê Kurd û Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Bi taybet bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gerîla sûcên navneteweyî ne. Her kesê van sûcan bike, wê bê dadgehkirin. Ev yek hemû tên belgekirin. Wê gelê Kurd bi kuştin û bikaranîna çekên kîmyewî naqede. Divê em bi şêwazeke aştîxwazane, çawa Ocalan daxwaza aştiyê dike, gelê din bi hev re aştîxwaz be. Azadiya Ocalan di berjewendiyê hemû gelan de ye.”