Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan: Ji bo birêz Ocalan dakevin kolanan

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku zêdetirî 21 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin û banga çalakiyan kir.

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di daxuyaniya komîteyê de ev tişt hate gotin “Tecrîdek girankirî li Îmraliyê heye, rê nadin malbat û parêzer serdanê bikin. Bi dehan binpêkirinên di bin navê cezayê disiplînê de li dijî Rêber Ocalan û girtiyên din tê pêkanîn. 21 meh in tu agahiyek ji jiyan û tenduristiya birêz Ocalan û girtiyên din nayê standin. Nayê zanîn li Îmraliyê çi diqewime, rewşa li wir çawa ye.Di vê demê de CPT çûbû Îmraliyê. Li gorî agahiyên parêzeran, hevdîtin bi CPT’yê re pêk nehatiye. Tu daxuyaniyek di vê mijarê de nehatiye dayîn, rastî nayên eşkerekirin û CPT rapora xwe belav nake. Ev rewşek ne asayî, metirsîdar û cidî ye.

Bêguman sîstema girtîgeha Îmraliyê ne tenê girtîgeh e, sîstemek sûc û êşkenceyê ye. CPT erkê xwe yê exlaqî û yasayî bicih natne, li dijî hemû curê êşkenceya li Îmraliyê bê helwest maye. Bi ti awayî hestyariya gelê Kurd li ber çavan nayê girtin, guh nadin ku jiyan û tenduristiya Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê sedema şer, aştî, jiyan û azadiyê ye. Di vê rewşê de CPT jî dibe beşek ji komploya navnetewî ya dijî Rêber Ocalan, Tevgera azadî û Gelê Kurd.”

Komîteyê di dewamê de ragihand ku pêwîst e gelê Kurd û hemû azadîxwazên cîhanê sazî û dezgehên navneteweyî ji vê rewşa ne asayî agahdar bikin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû beşên civakê, aliyên siyasî, rêxistinên sivil, rewşenbîr, parêzer û çalakvanan hate kirin ku li dijî tecrîdê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.