3 dagirker hatin cezakirin, dewleta Tirk yek tenê eşkere kir

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin ku yek ji wan payebilind bû. Dewleta Tirk tenê yek ji kuştiyan eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk ku sûcdarê şer e, tevî ku serî li rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê dide, li hemberî berxwedana hêzên me yên bi fedaîtî şer dikin, nikare bi pêş ve biçe. Dagirker ji bo derbên giran ên ji gerîla dixwin veşêrin gelekî hewl didin. Herî dawî li Zapê di çalakiyê de ku herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û yek ji wan payebilind bû, tenê yek jê eşkere kirin û hewl dan careke din rastiyê ji raya giştî veşêrin.

Di encama çalakiyên hêzên me de ku li ser xeta fedaîtiyê bênavber şer dikin, herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

5'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Kuncî tevdigeriyan ketin bin kontrola hêzên me. Hêzên me piştre bi sabotajê li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiya tîmên me yên bi tevger de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopterên Skorsky kuştiyên xwe ji qadê birin.

5'ê Kanûnê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Felat xistin.

6'ê Kanûnê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

6'ê Kanûnê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

6'ê Kanûnê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

6'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Biharê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."