Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîda Îmraliyê ye

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Agiriyê di civîna gel de axivî û got, “Ne tenê desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê, muxalefet jî parçeyekî vê tecrîdê ye.”

Serdan û hevdîtinên Kongreya Civaka Demokretîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yên li bajarên herêma Serhedê dewam dikin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û endamên partiyê îro serdana Agiriyê kirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Panosê, Salîha Aydeniz li navçe û gundên Gîyadinê û Keskin Bayındır jî li navçe û gundên Bazîdê bi gel re civiyan.

‘DESTHILATDARIYÊ TECRÎD KÛRTIR KIR’

Ozturk ê li navçeya Panosê li Navenda Kar a Şaredariyê bi gel re civiya, qala pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013 û 2015’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate meşandin kir û wiha got: “Li aliyê din ê van hevdîtinan hikumeta AKP’ê hebû. Lê desthilatê ji helwesta alîgiriya aştiyeke birûmet reviya. Li cihê ku aştiyeke mayînde pêk were wan planên ku gelê kurd sirgun bikin, bikujin û biavêjin girtîgehan kirin. Plana şer xistin meriyete. Lê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di her firsendê de ji bo aştiyeke birûmet hewl da. Lê desthilatê li dijî vê tecrîd kûrtir kir û şer da destpêkirin.”
 
Ozturk, diyar kir ku li dijî tecrîda kurkirî gel dest ji têkoşînê berneda û wiha berdewam kir: “Gelê kurd ji bo çand, ziman, ax û jiyana xwe dest ji têkoşîna xwe berneda. Vî gelî heta niha minet bi kesê nekiriye, ji niha şûnda jî nake. Li dijî bêvînî û ferzkirina koletiyê em ê her tim têbikoşin. Ji bo jiyanek û aştiyeke birûmet her tim fikir û paradîgmayên Birêz Ocalan di holê de ne. Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ozturk, têkildarî tecrîdê partiyên muxalefetê jî rexne kirin û ev tişt gotin: “Ev tecrîd hiqûqî nîne. Divê demildest bê rakirin. Ne tenê desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê, muxalefet jî parçeyekî vê tecrîdê ye. Li dijî bêhiqûqiya heyî dengê xwe dernaxînin. Lê dibêjin ‘Em Erdogan ji desthilatê bêxin’. Pirsgirêka me tenê Erdogan e? Ey muxalefet tu hêj nikarî qanûn û makeqanûna xwe biparêzî û li dijî şer derkevî.”