HPG'ê gerîlayên ku sala 2019'an şehîd bûn, bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me bi têkoşîna xwe nîşan dan ku gelê me ti carî serê xwe li ber dewleta Tirk a dagirker natewîne."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 5 gerîlayên ku sala 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Hevrêyên me Egîd, Rûgeş, Dijwar, Siyabend û Herekol ku her yek ji wan li cihekî cuda yê Kurdistanê bûn û dilê wan ji bo azadiya gelê xwe lê dida, bi rengekî şênber nîşan dan ku gelê me ti carî serê xwe li ber dewleta Tirk a dagirker natewîne. Bi berpirsyariyeke dîrokî û mezin ji bo azadiya gelê me cihê xwe li nava refên berxwedanê ya azadiya gelê me de girtin. Ev hevrêyên me yên hêja ku ewladên mînak û herî bijarte yên gelê me ne, rûyê ronahî yê gelê me temsîl dikin. Hevrêyên me Egîd, Rûgeş, Dijwar, Siyabend û Herekol tevlî karwanê şehîdan ê têkoşîna pîroz bûn, berê me wê her tim li wan be û ji bo me bibin çavkaniya sûdwergirtinê. Lewma jî bi bîr û baweriya xurtkirina têkoşînê û bicihanîna armancên wan, em ê hîn bêhtir têbikoşin û serketina ku mafê gelê me ye, biafirînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Egîd Qoser
Nav paşnav: Egîd Ozel
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Munevver-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rûgeş Devran
Nav paşnav: Goçer Noyan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Aydî-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Siyabend Garzan
Nav paşnav: Îlyas Ozer
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Meryem-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dijwar Berxwedan
Nav paşnav: Abdulmûtalîp Gullu
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ferîde-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Herekol Şirnex
Nav paşnav: Selîm Ongun
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mevlude-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

EGÎD QOSER

Hevrêyê me Egîd li Qoser a Mêrdînê ji dayik bû ku li vê herêma me çand û kevneşopiya berxwedanê her tim xurt e û timî xeta berxwedanê ji xwe re dike esas. Ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Hevrêyê me Egîd di şexsê apê xwe Şehîd Hogir de ku di sala 1994'an de li nava refên gerîla şehîd bû, xwedî li têkoşîna lehengên nemir derket û meşa li ser xeta berxwedanê ya şehîdan kir esas. Hurmeteke mezin da têkoşîn û berxwedana xelkê me yê Mêrdînê ya li dijî dagirkeran û weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet ê gelê me yê bindest, her tim xwe deyndar dît. Navê Egîd ku malbata wî lê kir, bû sedem ku her tim bi hesasiyet pîvanên welatparêziyê biparêze û hêjayî navê xwe yê fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz bibe. Hevrêyê me Egîd ku ji ber nav û welatparêziya xwe timî li zexta dijmin rast hat, bi gotina 'Yekane rêya têkbirina vî dijminî, têkoşîna gerîla ye' sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Egîd perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand û salên dûr û dirêj li qada dijwar a Zagrosan li qada Zapê wezîfe kir. Bû şervan û fermandarekî mîna Zagrosan serhildêr, mîna Zapê jî berxwedêr. Her wezîfe bi rengekî milîtanî bi ser xist. Bi wêrekî, fedakarî û kedkariya xwe bû mînak. Li her deverê bû xwedî sekneke cihê baweriyê, bi coş û moralê xwe bala hevrêyên xwe kişand ser xwe. Bi hunera xwe ya li qada leşkerî zû bi pêş ket û bû yek ji Egîdên Zapê, bi jiyan û şerê xwe bû yek ji fermandarên pêşeng. Hevrêyê me li qada Zapê tevlî gelek çalakiyan bû û li dijî dagirkeran şerekî dîrokî meşand. Li her çeperê cih girt û di lêdana derbên giran a li dijmin de bû xwedî kedeke mezin. Bi rêbaz û jêhatîbûna xwe ya li qada leşkerî, gerîlatiya serdema nû zû derbasî meriyetê kir û bû milîtanekî mînak ê li ser xeta Rêber Apo. Ji bo tecrûbeya xwe ya leşkerî kûr bike û li qada îdeolojîk bêhtir şareza bibe, tevlî perwerdeya li akademiyê bû, tiştên ku hîn bû li her qadê gihand hevrêyên xwe û di pêşvebirina wan de bû xwedî kedeke mezin.

Hevrêyê me Egîd ku li qada Zapê salên dûr û dirêj gerîlatî kir, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka pîroz a Kurdistanê berxwedaneke mezin kir, di şer û jiyana xwe de bû fedaî. Hevrêyê me Egîd mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku ji hevrêyên xwe re bibe mînak û timî bê bîranîn. Wê di têkoşîna me de her tim bijî.

RÛGEŞ DEVRAN

Hevrêya me Rûgeş li Colemêrg a welatparêz ji dayik bû, ku ev herêma me hîn di dema destpêkê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî lê derket û bi dehan ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir. Hevrêya me ku li nava malbateke welatparêz û derdoreke welê mezin bû, ku pîvanên xwe yên welatparêziyê bilind e û tevlîbûn li nava têkoşîna me kiriye. Bû yek ji ciwanên Kurdistanê yên welatparêz ku xwedî li vê nasnameyê derket. Hevrêya me kete nava wê hewldanê ku bersivê bide nêzîkatiyên li derveyî mirovahiyê û qirêj ên dijmin û bi bandora paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê ya Rêber Apo berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me li qada Zapê perwerdeya gerîlatiya bingehîn bi serketî qedand, di heman demê de li heman qadê demeke dirêj têkoşiya. Hevrêya me Rûgeş bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo li ser xeta 'Jin a azad dikare her tiştî bi ser bixîne' meşiya, bi enerjiyeke mezin dest bi pratîkê kir û bû milîtaneke mînak a YJA Starê ya li ser xeta PKK û PAJK'ê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar, ji xwe re kir esas ku hemû wezîfeyên şoreşê bi serketî bi cih bîne. Bi dilnizmî, wêrekî, têgihiştîbûn û rûkeniya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû û şehadet hebû, hevrêya me Rûgeş xwedî li keda şehîdan derket û ji bo serxistina vê kedê bi berpirsyariyeke mezin tevgeriya. Hevrêya me Rûgeş ku di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû û zû bi pêş ket, rastiya jinê ya ku sîstemê li nava çar dîwaran ragirtiye hilweşand û nasnameya jinê ya azad di kesayetiya xwe de şênber kir. Bû fermandareke pêşeng a YJA Starê, bû gerîlayeke şareza ku ji bo azadiya gelê me bêrawestan xebitî û şer kir. Hevrêya me ku demeke dirêj li qada dijwar a Zapê gerîlatî kir, bi îradeya xwe ya ji pola, têkoşîneke xurt meşand û di gelek çalakiyan de kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bê xistin. Hevrêya me Rûgeş ku hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve ji bo kûrbûnê hewl da, tiştên hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir, tevî xwe her wiha hevrêyên xwe bi pêş ve bir û bi vî rengî bû xwedî rêbazeke komunal.

Hevrêya me Rûgeş ku li refên têkoşînê weke milîtaneke YJA Starê ya şareza bi fedaîtî şer kir, mîrateya şoreşgerî ya ku li pey xwe hişt, rêya hevrêyên xwe ronî dike.

SIYABEND GARZAN

Hevrêyê me Siyabend li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku li vê herêma me, dewleta Tirk a mêtinger ji bo xelkê me yê welatparêz ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dûr bixîne bi rêya çeteyên JÎTEM û Hîzbûlkontra êrîşên hovane kir, lê tevî van êrîşan jî xelkê me yê welatparêz ti carî serê xwe li ber dagirkeran netewand. Hîn di zarokatiyê de şahidî ji kuştinên kiryar nediyar û zexta salên 1990'î ya li ser xelkê me yê Êlihê re kir û rûyê rast ê dijmin zû nas kir. Hevrêyê me partiya me PKK şopand û hewl da nas bike, li gel zextên giran jî têkiliyeke xurt bi têkoşîna me ya azadiyê re danî û agirê têkoşînê yê di dilê xwe de her tim geş kir. Hevrêyê me di sala 2012'an de felsefeya Rêber Apo hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û xwest tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bibe, lê belê dewleta Tirk a mêtinger ew bi zorê bir leşkeriyê. Hevrêyê me Siyabend rûyê qirêj ê sîstemê bêhtir ji nêz v nas kir, di sala 2014'an de weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Siyabend li xaka ku lê ji dayik bû û mezin bû tevlî nava refên grîla bû, perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê wergirt û li qada Xerzanê derbasî pratîkê bû. Hevrêyê me Siyabend li cografya herî zehmet a Bakurê Kurdistanê tecrûbeya destpêkê ya gerîlatiyê kir, zû hînî şert û mercên zehmet bû û pratîkeke xurt nîşan da. Hevrêyê me ku li Bakurê Kurdistanê bi tecrûbeya gerîlatiyê bû gerîlayekî şareza, li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser xelkê me yê Şengalê berê xwe da Şengalê. Bû yek ji parçeyekî têkoşîna xurt a li dijî çeteyên qirker. Tevî hevrêyên xwe, xelkê me yê Şengalê ji êrîşên çeteyên barbar parast. Piştî ku wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku dilê gerîla ye. Hevrêyê me bi perwerdeya akademiyê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe şareza kir, taktîk û rêbaza dema nû bi dest xist û bû yek ji fermandarên ciwan ku ev rêbaza dema nû xiste meriyetê. Hevrêyê me Siyabend her kêliya jiyana xwe ya têkoşînê bi dilsoziya bi felsefeya Rêbertî û xeta şehîdan derbas kir, timî xwe bi pêş ve bir û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Her tim bû hevrêyê hevrêyên xwe. Bi pratîka xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bal kişand, bû milîtanekî welê ku bêteredût li ser xeta partiya me PKK'ê meşiya û dilsozê xeta şehîdan, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi têkoşîn û tevlîbûna xwe re hevrêyê me Siyabend timî pêşengî ji hevrêyên xwer e kir û wê di têkoşîna me de her tim bijî, rêya me ronî bike.

DIJWAR BERXWEDAN

Hevrêyê me Dijwar di malbatek welatparêz de li Erdîşa Wanê ku tevî hemû êrîşên dewleta Tirk, gelê me bi girseyî xwedî li têkoşîna me derketiye, xeta berxwedanê parastiye, hatiye dinê. Hevrêyê me Dijwar ku gelek caran bû şahidê zilm, êşkenceyên hovane û zordariya dijmin ên li dijî gelê me yê welatparêz, bi hêrs bû û xwest hesab ji dijmin bipirse. Hevrêyê me yê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir û bi demekê di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt, gavên xwe yên destpêkê di têkoşînê de avêt. Gelek caran rastî êşkenceya dewleta Tirk a dagirker hat. Hevrêyê me Dijwar ku li dijî polîtîkayên qirêj û êrîşên li ser gelê me hatine pêşxistin, biryar da ku qada rast a têkoşînê refên gerîla ye, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ku taybetmendiyên kesayetiya Serhedê yê berxwedêr, jidil û pêkhateya civakî ya xurt di kesayetiya xwe de nîşan dide, tevî temenê xwe yê ciwan di nava refên me de di qadên herî dijwar de kedeke mezin daye. Bi hişmendiyeke mezin nêzî erkên xwe yên şoreşê bû û van erkên xwe bi temamî bi cih anî. Bi kesayeta xwe ya leheng, fedekar û kedkar bû xwedî jiyaneke mînak. Hevrêyê me yê ku bi enerjiya xwe ya bêdawî di her hawirdorê de derdikeve pêş û bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê ku ava kiriye li ser esasê bilindkirina têkiliya hevrêtiya PKK’ê ye, her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî bi têkoşînê derbas kiriye. Hevrêyê me Dijwar ku ji bo di warê leşkerî û bîrdoziyî de pêş bikeve ji tiştên heyî têr nabe, bi xwendin û lêkolînên berdewam xwe û hevrêyên xwe pêş xistiye. Hevrêyê me bi pratîka xwe ya mînak a li qada Avaşînê tê naskirin, bi şerkeriya xwe re bûye xwedî helwesteke milîtantiyê ku kabûsa dijmine. Mîrateya têkoşînê ya hevrêyê me Dijwar ku di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker de di rêza herî pêş de ye û li ser esasê tevlîbûna fedaî ya di jiyan û şerê xwe de cih girtiye, wê her tim rêya me hevrêyên ku li paş mane ronî bike.

HEREKOL ŞIRNEX

Hevreyê me Herekol li Şirnexê ku navenda berxwedana Botanê ye ji dayîk bû. Hevreyê me Herekol ê di nava malbateke welatparêz de mezin bû, têkoşîna me ya azadiyê di temeneke biçûk de nas dike. Hevreyê me ku şahidiya zext û qetlîamên dewleta Tirk a qirker kir, ji ber vê jî hêrsa wî ya li hemberî dijmin gelekî zêde bû. Hevreyê me Herekol ê bi xeyala çûyîna çiyayê pîroz ê Cûdî mezin bû, tevî temenê xwe yê biçûk gihişt asta hişmendiyeke kûr. Hevrêyê me ê ku di dema Berxwedana xwerêveberiyê de xwest li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bibe bersiv, piştî ku demeke di nava xebatên ciwanan de cih girt di sala 2015’an de li Cûdiyê tevlî refên gerîla dibe. 

Hevreyê me Herekol ku perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand, li herêmên Zap û Avaşînê dest bi pratîka xwe ya yekem kir. Ji roja yekem ve tevlîbûna bingeha milîtanî ji xwe re esas girt. Hevreyê me Herekol bi wêrekî û fedakariya xwe li eniyên pêş derbên giran li dijmin xist. Li her qadê bi enerjiya xwe re balê kişandiye li ser xwe û ji bo hevalan bibû çavkaniya bawerî û moralê. Hevrêyê me Herekol ku li Avaşînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker derbên giran li dagirkeran xist, di taktîkên gerîlatiya serdema nû de bûye pispor û  ji bo berxwedana dîrokî kedeke mezin da. Hevrêyê me Herekol ku li Werxelê bi xwestekeke mezin tevlî amadekariyên şer bû, bi kesayeta xwe ya kedkar hezkirina û rêzdariya hevalên xwe bi dest xist. Hevreyê me ji bo di xeta milîtaniya PKK’ê de kûr bibe her tim lêhûrbûn kir û di demeke kin de gihişt asta pêşengiyê. 

Mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Herekol li pey xwe hişt wê her tim rêya hevreyên me ronî bike.

Em sersaxî ji hemû gelê me yê welatparêz û bi taybet malbatên hêja yên hevreyên me Egîd, Rûgeş, Dijwar, Siyabend û Herekol re dixwazin ku mîna xwediyên jiyaneke tijî û têkoşînê di dîroka berxwedana gelê me de bi rêzdarî û mînetdarî bên bibîranîn."