Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Îmzeyên ku bên berhevkirin, wê radestî CPT û Bijîjkên Sînor Nenas bê kirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustemî Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo bal bikêşînin ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampanyayek a îmzeyan dane destpêkirin.

Derya Demîr li ser navê komîteyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke kedkarên tenduristiyê yên li wargehê bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, raya giştî ya cîhanê, saziyên mafên mirovan, rewşenbîr û bijîjkên sînor nenas dikin ku peywira xwe ya li hemberî Rêber Ocalan bi cih bînin. CPT divê demildest rapora xwe ya têkildarî serdana Îmraliyê, eşkere bike.”