2 lêpirsînên din li Emîne Şenyaşar vekirin

Emîne Şenyaşar a ku AKP’yiyan malbata wê qetil kiribûn, derbarê wê 2 lêpirsînên din hatin vekirin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 659’an de didome.

Ferît Şenyaşar li pêşiya edliyeyê nobetê didomîne û Emîne Şenyaşar jî ji ber 2 lêpirsînên derbarê wê hatine vekirin çû Midûriyeta Emniyetê ya Pirsûsê.

Hate îddîakirin Emîne Şenyaşar di 7’ê Cotmehê de ‘heqaret’ li Yildiz ê AKP’yî û polîsên wir kiriye. Di zabitnameya polîsan de jî ji bo Nobeta Edaletê hate gotin ‘Qaşo’.

Osman Yildiz ê AKP’yî di sala 2018’an de giliyê sûc kiribû û ev jî kirin hinceta lêpirsînê. Yildiza di giliyê sûc de îddîa kiribû ‘Ewlehiya jiyana min tune. Li pêşiya edliyeyê di nobeta edaletê de ne û gefan li malbata min dixwin. Li hemberî malbata me hewldana sûîkastê heye.”

Emîne Şenyaşar li emniyetê îfade neda û xwest Serdozgeriya Komarê îfadeyê bistîne.

HEJMARA LÊPIRSÎNAN BÛ 17

Tevî her du lêpirsînên dawîn derbarê Emîne Şenyaşar bi giştî 17 lêpirsîn hatine vekirin. Ji van lêpirsînan 6 heb jê veguherî dozê û darizandin didome.