Li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin

Gerîla li Zapê di çalakiyekê de leşkerekî Tirk ê dagirker ceza kir. Dagirkeran jî carekê bi çekên kîmyewî, carekê jî bi bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Di encama çalakiya hêzên me de ya li Zapê, dagirkerek hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. Her wiha malzemeyên plastîk şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperên berxwedanê yên gerîla ve şandin. Di heman demê de bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombardûman kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

27'ê Kanûnê saet di 12:50'î de li derdora qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

27'ê Kanûnê li derdora gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran carekê bi bombeyên qedexekirî êrîşî çeperên berxwedanê yên gerîla kirin. Di heman demê de gazên îsotê li ser çeperên berxwedanê bi kar anîn.

27'ê Kanûnê li derdora qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de dagirkeran lastîkên wesayitan û malzemeyên plastîk şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê yên gerîla.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

27'ê Kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora Gundê Sîda û herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."