KCK: Wê hesabê qetlîaman ji mêtingeriya qirker were xwestin

KCK’ê diyar kir Qetlîama 2’emîn a Parîsê dûmahîka qetlîama 9’ê Çileyê ya li Parîsê û ya Qetlîama Roboskiyê ye. KCK’ê got “Wê gelê me yê welatparêz û dostên me têkoşîna azadî, edalet û demokrasiyê bi ser bixînin û ji mêtingeriya qirker hesap bipirsin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê got, "Em careke din komkujiya Roboskî ya ku di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê dewleta Tirk a qirker a mêtinger ve hatibû kirin şermezar dikin. Di vê komkujiyê de 34 Kurd hatibûn qetilkirin. Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî silav bi bîr anî.”

Hevserokatiyê di daxuyaniya xwe de got, “Komkujiya Roboskî ku yek ji bi dehan komkujiyên li ser Kurdan e ku li ser esasê dijminatiya Kurdan û qirkirinê pêk hatiye. Ev komkujî dijmatiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bi awayekî eşkere datîne holê. Li Roboskî 34 Kurdên sivîl bi awayekî hovane û zalimî hatin qetilkirin. Ev qetlîam a ku sûcekî mezin ê qirkirinê ye, pêwistî bi darizandin û hesabpirsînê heye. Lê tu carî lêpirsîn li ser wê nehatiye destpêkirin. Berevajî vê rewşê, dewlet û hikûmetê hewl dan komkujiyê rewa bikin û Tayyîp Erdogan jî ev êrîşa ku 34 Kurdên sivîl hatin qetilkirin rast dît û bi eşkereyî xwedî li komkujiyê derketin. Gelo çawa di sedsala 21’an de li ber çavê hemû cîhanê Kurd tên qetilkirin, ev komkujî tê parastin û nabe mijara tu hesab û pirtûkan? Ev rewş tenê bi karakterê dewleta Tirk dikare were ravekirin. Dewleta Tirk xwedî feraset û karakterekî dijî Kurdan e. Di encama vê de kuştin, komkujî û qirkirina Kurdan weke tiştekî rast û pêwîst tê dîtin. Di rastiyê de li dewleta Tirk bi tenê qanûnek heye, ew jî qanûna qirkirina Kurdan e. Di feraset û pratîka dewleta Tirk de ne kuştina Kurdan lê nekuştina Kurdan sûc e. Kurd tenê dema ku dev ji Kurdbûna xwe berde dikare bijî. Ji xeynî vê derfeta jiyînê nadin Kurdan. Dema Kurd bixwazin bibin wek xwe û bi ziman, nasname, çand û vîna xwe bi azadî bijîn, tên qetilkirin. Ya ku li Roboskî qewimî jî ev e. Dewleta Tirk 34 kesên ku di wê baweriyê de bûn ku xwedî feraseta azadîxwaz û welatparêziyê ne, qetil kir.

BI HILWEŞANDINA DESTHILATDARIYA AKP-MHP A FAŞÎST HESABÊ KOMKUJIYÊ DIKARE BÊ PIRSÎN

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"Li Tirkiyeyê rêya desthilatdariyê û desthilatdarbûyînê qirkirina Kurdan e, dewamkirina qirkirinê ye. Komkujiya Roboskî xwedî taybetmendiyeke welê ye ku vê rastiyê radixe pêş çavan. AKP'ê û serkêşê wê yê faşîst dîktator Erdogan serî li vê rêbazê da û qirkirina Kurdan her roj hîn bêhtir mezin kir, bi vî rengî hewl da bibe desthilatdar û desthilatdariya xwe dewam bike.

Dijminatiya li Kurdan û qirkirin di vê demê de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ve tê meşandin. Bi avabûna tifaqa AKP-MHP'ê re polîtîkaya qirkirina Kurdan li ser bingeha plana Mîsakî-Mîllî bi êrîşên herî berfireh ên dagirkeriyê hate meşandin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne êrîşan dike, komkujiyan dike. Ji Bakur heta bi Başûr, Şengal, Mexmûr, Rojava û Ewropayê ev polîtîka tê meşandin. Mînaka herî dawî ya vê yekê jî Komkujiya Parîsê ya duyemîn e. Komkujiya Parîsê ya duyemîn dewama komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê û komkujiya Roboskî ye, komkujiya Roboskî jî dewama komkujiyên beriya wê ye. Êrîş, dagirkerî û komkujî hemû, li ser bingeha temamkirina qirkirina Kurdan têne kirin.

Yê ku di vê serdemê de qirkirinê li Kurdan ferz dike, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst e. Lewma bi hilweşandina vê desthilatdariyê pêşî li qirkirina Kurdan dikare bê girtin, hesabê komkujiyan dikare bê pirsîn. Têkoşîna ji bo vê yekê divê hîn bêhtir xurt bibe. Ronîkirina komkujiyan, azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê bi hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst dibe. Em careke din destnîşan dikin; hesabê sûcên qirkirinê hemûyan ên dewleta Tirk a faşîst, bi taybetî jî yên Erdogan û Bahçelî yên faşîst wê teqez bêne pirsîn. Gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan wê têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê bi ser bixînin, hesabê herî mezin ji mêtingeriya qirker bipirsin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku têkoşîna ji bo demokrasî, edalet û azadiyê bilind bikin."