Ji bo şehîd Helmet Viyan wê li Silêmaniyeyê konê sersaxiyê bê danîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Helmet Viyan ê bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, wê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê konê sersaxiyê bê danîn.

Helmet Viyan yek ji wan şehîdan e ku HPG'ê 27'ê Kanûnê ragihand. Di daxuyaniyê de ahte ragihandin ku 11 gerîla 5'ê Kanûnê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn.

Ji bo Bawan Mihemed (Helmet Viyan) wê 28'ê Kanûnê li Silêmaniyeyê konê sersaxiyê bê danîn.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Wahap Mesoyî têkildarî merasîma li Mizgefta Seywanê agahî da RojNewsê û diayr kir ku merasîm wê saet di 14:00 de destpê bike û bang li xelkê Silêmaniyeyê kir ku tevlî bibe.