Sala 2022’an li Başûr bû sala cînayetên siyasî

Ji serê sala 2022’an ve heta vê kêliyê li Başûrê Kurdistanê êrîş ne rawestiyan û bi dehan kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Sala 2022’an ji bo Başûrê Kurdistanê bû sala cînayetên siyasî.

Ji serê salê ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hedefkirina sivîl, şoreşger û welatparêzan bû yek ji rojevên sereke heta dawiya salê. 

ÇILE

1’ê Çile ya 2022’yan dewleta Tirk a dagirker navçeya Sîdekan a ser bi herêma Bradost bombebaran kir. Li Herêma Kurdistanê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk bi dirêjahiya salê berdewam kirin.

21’ê Çile balafira bêmirov a artêşa Tirk ya dagirker li Geliyê Şilo yê Şengalê 2 wesayîtên hêzên parastina Şengalê kirin hedef. Di encama êrîşê de fermandarekî YBŞ’ê yê bi navê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn.

SIBAT

Di 1’ê Sibata 2022’yan de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn. 

NÎSAN

14’ê Nîsanê bi esmanî û 17’ê Nîsanê jî ji bejahî ve êrîşeke berfireh destpê kir û heta niha jî bikaranîna her cûre çekên qedexe û gazên jehrî dewam dike. Li gorî bîlançoya 8 mehan a HPG'ê 2852 çalakî hatine kirin, 2744 dagirker ceza kirin. 11 helîkopter hatin xistin, derb li 80 helîkopteran hate xistin. Dewleta Tirk a dagirker 3152 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir. 199 gerîla jî şehîd bûne. 

GULAN

17’ê Gulanê welatparêzê Kurd Mehmed Zekî Çelebî yê ji Bakurê Kurdistanê ji aliyê MÎT’a Tirk ve li taxa Bextiyarî ya Silemaniyê hat gulebaran kirin, rojek pişt re ango di 18’ê Gulanê de jî çavê xwe li jiyanê girt.

21’ê Gulanê di bombebarana balefirên Tirk a li gundê Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de ku wesayîtek nate hedefkirin, 5 kes şehîd bûn û kesek birîndar bû.

21’ê Gulana 2022’yan de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.

26’ê Gulanê balafirên artêşa Tirk êrişê welatiyên gundê Zêweser a navçeya Bamernê ya Behdînanê kir, di encamê de du zarok şehîd bûn û kesek din jî birîndar bû.

23’yê Gulanê nêzî 400 rojnamevanên Kurdistanî û xebatkarên medyayê yên li Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Brukselê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û ev bang kirin: “Em bang li welatên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê dikin ku piştgiriya xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyeyê qut bikin û nebin hevparê qirkirina Kurdan.

HEZÎRAN

17’ê Hezîranê de li Kelarê balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrîşê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din şehîd bûn.

TÎRMEH

5’ê Tîrmehê de 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrîşa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.

Roja 20 Tirmehê dewleta Tirk gundê Perex yê Zaxo topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 hemwelatiyên Ereb jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. Piraniya kesên bûne qurbanî xelkê bajarên naverast û başûrê Iraqê bûn.

TEBAX

28’ê Tebaxa 2022’yan dîroknas, lêkolînvan û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd (Mamosta Şemal) li Kifrî ber derê mala xwe hate qetilkirin.

29’ê Tebaxê Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirekr bombe li mala welatparêzê Kurd Ebû Zeyd Ebdullah Ubeyd baran û di encamê de Ebû Zeyd şehîd bû.

ÎLON

19’ê Îlonê 44 parêzerên li Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî dayîna kampanyaya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan. Heman demê de Komîteya Amadekar a kampanyayê xwest li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyê bide çapemeniyê lê Asayîşa Silêmaniyê daxuyanî asteng kiribû.

17’ê Îlonê piştî qetilkirina Jîna Emînî 25’ê Îlonê Supayê Pasdarên Îranê devera Bradost topbaran kir. Di roja 28’ê Îlonê de jî navend û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye, Bradost, Zirguwêz û Pirdê bombebaran kir. Di encama êrîşan de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

COTMEH

4’ê Cotmehê li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate şehîdkirin. 

29’ê Cotmehê di êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Asosê de şervaneke yê YRK’ê bi navê Serhat Rojava şehîd bû. 

KANÛN

2’yê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Gelale ya dikeve sînorê Şarbajarê bombe li sivîlan barandin û sivîlê bi navê Ezîz Mihemd Resûl şehîd bûye û Mihemed Qadir Axa, Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resul, Salih Qadir birîndar bûbûn.