HPG: Di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de 11 gerîla şehîd bûn

HPG'ê ragihand ku di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûn û diyar kir ku wan bikaranîna çekên kîmyewî bi belge kirine û saziyên pêwendîdar dikarin lêkolînê bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

"Li hemberî êrîşa dagirkeriyê ku 14'ê Nîsanê bi êrîşên giran ên hewayî destpê kir û 17'ê Nîsanê bi daxistina leşkerî ya bi helîkoptera a li tevahiya Zapê ji bejahî destpê kir, berxwedaneke bêhempa ya dîrokî hate nîşandan. Artêşa Tirk tevî ku yek ji artêşên NATO'yê ye, bi rengekî çalak piştgiriya leşkerî û fînansî ji vê derê wergirt, her cûre teknîka şer bi dest xist, planên xwe yên qirkirinê bi hêzên hegemonîk da pejirandin, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi rengekî veşartî bi dest xist, tevî ku sûcê şer e çavê xwe ji bikaranîna van çekan re girtin û piştgiriya Kurdên xayin noker ên bêkok wergirt. Tevî van hemûyan jî ev êrîşa dagirkeriyê li hemberî sekna esîl a fedaiyên Apoyî ku serî ıli ber dagirkeriyê netewandin, bêçare ma û nekarîn bi pêş ve biçin. Xwestin ku di demeke kurt de dagirkeriyê temam bikin, plana xwe bi ser bixin û ev daxwaza wan di ber wan de ma.

Artêşa Tirk a qirker mêtinger ji bo karibe planên dagirkeriyê teqez bi cih bîne, her cûre sûcên şer danî ber xwe û ev êrîşên xwe derbasî qonaxeke nû kir, di sala 2021'ê de bi taybetî jî di sala 2022'an de li dijî hêzên me bi rêk û pêk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî. Çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li ser tunelên şer bi kar anî, bi kepçeyên zirxî hewl da tunelên şer hilweşîne û qirkirineke komî pêk bîne. Ev sûcên şer ên artêşa Tirk ji aliyê hêzên me ve gelek caran hate belgekirin û pêşkêşî raya giştî hate kirin. Tevî ku dîmenên li tunelên şer ên Werxelê hatin weşandin û ji aliyê raya giştî ve hate temaşekirin, ne cihê gumanê bû, dengekî xurt li dijî vê yekê nehate bilindkirin û ev yek jî bû sedem ku ev êrîşên li dijî mirovahiyê dewam bikin.

Li herêma Zapê, tunelên şer ên Şehîd Xursî yên li mintiqeya gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ji meha Tebaxê ve dibin hedefa artêşa Tirk a dagirker. Tunelên Şehîd Xursî bi balafirên şer, obus, hawan û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin, ji bejahî ve jî xwestin ku bi her cûre êrîşan van tunelan bixin. Hevrêyên me yên li vê derê bi performansa şer a çalak, li dijî dijmin çalakiyên bi bandor kirin, mehekê nehiştin ku dijmin xwe nêzî tunelên şer bike, derbên giran lê xistin û gelek malzemeyên dijmin bi dest xistin. Artêşa Tirk piştî êrîşên giran ên mehekê karîbû xwe nêzî vê tunela şer bike, li dijî tunela şer her cûre çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî, lê belê sê mehan li tunelên şer ên li Şehîd Xursî berxwedaneke destanî hate nîşandan û hevrêyên me yên li vê derê timî bi çalakiyan derbên giran li dijmin xistin. Tevî ku sê mehan çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî jî dijmin fêhm kir ku nikare li hemberî sekna gerîla ya fedaî encamê bi dest bixe û hîn bêhtir giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Di encama bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên giran û bi rêk û pêk, 5'ê Mijdarê li tunelên şer ên Şehîd Xursî 11 hevrêyên me şehîd bûn. Wezareta şerê taybet a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ye, eşkere kir ku şehadeta van hevrêyên me di şer de bûye, lê derew kiriye. Bi vê derewê hewl daye ku sûcê şer ê bi çekên kîmyewî veşêre. Hûlûsî Akar ê kîmyewî û sûcdarê şer, bêyî ku li ber xwe bikeve îdîa kirk u çekên kîmyewî bi kar neaniye, lê belê eşkere bû ku artêşa Tirk beriya ji Saca bireve di vê bûyerê de gelekî çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta 11 hevrêyên me. Eşkere ye ku 11 hevrêyên me bi çekên kîmyewî şehîd bûne, dîmenên wan hatiye kişandin û bi belgekirin. Em vê gavê guncav nabînin ku van dîmenan bi raya giştî re parve bikin. Em dikarin bidin saziyên pêwendîdar ên mijarê lêkolîn bikin û sûcên şer ên dewleta Tirk piştrast bikin. Cihê ku ev hevrêyên me lê şehîd bûn nêzî gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ye û em radigihînin ku yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.

Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya 18'ê Cotmeha 2022'an de eşkere kiribû ku 17 hevrêyên me bi çekên kîmyewî şehîd bûne û rastiya ku destnîaşn kir, her wiha banga ku kir li nava gelê Kurd û dostên hêja û mirovên bi wijdan deng veda, veguherî nerazîbûneke mafdar, lê belê bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam kir. Siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd ku sed sal e dimeşîne û bi taybetî jî di dîroka têkoşînê ya 50 salî de hewl dide qir bike, mêtinger bike, ji nû ve seferên dagirkeriyê bike, her wiha bêdengiya cîhanê ya li hemberî vê yekê radixe pêş çavan bê metirsiya li ser gelê Kurd çiqasî mezin e. Em weke gelê Kurd ê mezlûm ku têkoşîna herî mafdar, rewa û azadiyê ya dîrokê dimeşîne, ji bilî têkoşîneke bi rûmet, berxwedaneke bi lehengî û şerekî bi qehremanî rêyeke me ya rizgariyê nîne. Weke pêşengên fedaî yên doza azadiyê ya gelê Kurd, berdêl çiqasî giran jî be, em ê ti carî xwe ji parastina gelê xwe û jiyaan azad nedin alî. Tevî ku li hemberî me dijminekî qirker ê dûrî mirovahiyê û bi hêrsa desthilatdariyê hebe, tevî ku li hemberî me rastiyeke cîhanê ya li hemberî kiryarên li ser gelê me bêdeng dimîne hebe jî dilsoziya me ya bi nirxên esîl ên mirovahiyê yên demokratîk û azad wê dewam bike. Em ê bîranîna her hevrêyên xwe yên di vê oxirê de şehîd bûne bikin hinceta mezinkirina bawerî, biryardarî û têkoşîna xwe ya azadiyê û armancên wan teqez bi ser bixînin.

Ev hevrêyên me yên leheng her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê ne. Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên van hevrêyên me bila serê gelên Kurd û Ereb sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ferman Kerîm
Nav paşnav: Mesût Eren
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Taybet-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Sabrî Cîlo
Nav paşnav: Xemgîn Şahînoglû
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zubeyde-Muslum
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Jînda Serhed
Nav paşnav: Eylem Akgun
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanîfe-Harûn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Helmet Viyan
Nav paşnav: Bawan Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Dayik-Bav: Direqşan-Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Dilşêr Reqa
Nav paşnav: Ebîd Ebdilah
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: Foza-Reşîd
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Adar Çiya
Nav paşnav: Canda Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Zekiye-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Harûn Firat
Nav paşnav: Yûnûs Alkan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulser-Osman
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Arvîn Tolhildan
Nav paşnav: Pervîn Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Bedîa-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Azad Pirsûs
Nav paşnav: Îsmaîl Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Ûşak
Dayik-Bav: Peyan-Muslum
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Hêvî Welat
Nav paşnav: Silvana Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Resmiye-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Sefkan Adar
Nav paşnav: Îsa Kûrtay
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Emîne-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

FERMAN KERÎM

Hevrêyê me Ferman weke ewladekî leheng ê xelkê me yê Botanê yê welatparêz ji dayik bû, ku xelkê me yê vê herêmê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelek berdêl daye, ji destpêka têkoşîna me ve gelek fermandarê pêşeng gihandiye. Hevrêyê me Ferman jî ji ber derdora li nav mezin bû, partiya me PKK ji zarokatiyê ve nas kir. Hîn di ciwantiyê de polîtîkayên bêhişkirin û qutkirina ji koka xwe ya dewlet Tirk a faşîst mêtinger a di şexsê ciwanan de li ser gelê Kurd ferz dike, nas kir û li hemberî van polîtîkayan bû xwedî hêrseke mezin. Têgihişt ku bersiva herî bi wate û mezin a li hemberî polîtîkayên îmha û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Hevrêyê me Ferman bi vê biryara xwe nîşan da ku her ciwanekî Kurd ê bi rûmet li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser gelê me divê kîjan rêyê hilbijêre.

Hevrêyê me Ferman sala 2013'an berê xwe da gerîla û piştî ku perwerdeya şervanên nû wergirt, li Garê dest bi pratîkê kir. Di kar de kedeke mezin da û bi tevlîbûna xwe ya bêfikar û fedakar di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji roja ku tevlîbû û pê ve, ji xwe re kir esas ku xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr bike û têkoşîna vê jî bi xurtî meşand. Hevrêyê me Ferman neheqiya herî biçûk a li hemberî gelê Kurd qebûl nekir, li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ku bi piştgiriya dewleta Tirk a faşîst komkujî li gelê Kurd dikir, ji bo gelê me biparêze cihê xwe di nava çeperên şer de girt. Hevrêyê me Ferman bû parçeyek ji têkoşîna mezin a ku mirovahî ji faşîzma tarî ya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. Her ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, ber bi fermandarbûyînê ve bi gavên ji xwe bawer meşiya. Bi wêrekî û bêtirsiya xwe tevlî gelek pêngav û operasyonan bû, li dijî çeteyan sîng bi sîng şer kir, bû xwedî tecrûbeyên mezin û gelek caran birîndar bû. Bi têkbirina DAÎŞ'ê re berpirsyariya xwe ya dîrokî bi serketî bi cih anî û careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Ferman sala 2017'an bi baweriya ku di felsefeya Rêber Apo de hîn kûrtir bibe û li ser xeta Zîlan bi tevlîbûneke fedaî têkoşîna xwe mezintir bike, beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Li vê derê danheviyên xwe yên leşkerî bi kûrbûnê xurtir kir û weke fermandarekî pêşeng tevlî pratîkê bû. Li qadên lê mayî bi çalak tevlî hemû çalakiyan bû, cihê xwe di nava pêvajoya pêngavî ya li Xakurkê de girt ku li hemberî êrîşên dijmin hatin kirin. Hevrêyê me Ferman bû yek ji kedkarên mezin ên bicihanîna gerîlatiya serdema nû û rêbaza şerê tîm ê profesyonel. Bi baweriya ji gerîlatiya serdema nû û rêbaza şerê tîm ê profesyonel, li ber her cûre teknîka şer a dijmin rabû, li rê û rêbazên têkbirina teknîkê geriya, pêşengî di pratîkê de kir û di vê mijarê de jî serketî bû. Bi taybetî di êrîşa artêşa Tirk a Sibata 2021'ê ya li ser kampa Siyanê ya Garê de, bû yek ji fermandarên tîm ê fedaî ku tevî fermandar fedaî ya nemir hevala Sara Tolhildan Goyî destpêkê kete nava liv û tevgerê, di nava şert û mercên giran de teknîka dijmin pûç kir û xwe gihand Siyanê. Hevrêyê me Ferman bi tecrûbeyên ji vê pêvajoyê wergirtî, tevkariyeke mezin li pêşvebirina rêbaza şerê tîm ê profesyonel ê sala 2021'ê kir.

Artêşa Tirk a ku li Garê têk çû, piştî ku Nîsana 2021'ê berê xwe da Zapê, hevrêyê me Ferman jî bi tîmên pispor derbasî Zapê bû. Ji bo pêngavên şoreşgerî yên li xeta Cîloya Biçûk û Ertûşê hem pêşengî kir hem jî bi rengekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me Ferman ku armanca xwe lêdana li dijmin bû, moral û biryardarî dida derdora xwe, di nava şerê tîm ê pispor ê dema nû de danheviyeke girîng bi dest xist û sekna fermandariya pêşeng a vê yekê nîşan da. Bi dilnizmiya xwe û tevlîbûna xwe ya bi moral reng da jiyana hevrêyên xwe, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Hevrêyê me Ferman ji xwe re kir wezîfe ku tecrûbeyên xwe bigihîne hevrêyên xwe, li ser vê bingehê nêzî hevrêyên xwe bû û timî derdora xwe bi pêş ve dibir. Hevrêyê me Ferman tecrûbeyên xwe di dema êrîşên dagirkeriyê yên sala 2022'an de jî derbasî pratîkê kir û li gelek herêmên Zapê di berxwedanê de bi roleke çalak rabû. Di şer û jiyanê de bû hêza birêvebirinê, di şerê tîm ê bi tevger û tunelên şer de êrîşên dijmin hemû bi hostatî pûç kir û xwe gihand asteke bi vî rengî ya leşkerî. Herî dawî li çeperên şer ên Şehîd Xursî 3 mehan fermandarî ji berxwedana destanî re kir, xurtbûna PKK'ê bi lêdana derbên giran her carê nîşanî dijmin da. Fermandarê fedaî hevrêyê me Ferman tevî hevrêyên xwe, îradeya Apoyî li ser tevahiya jiyanê serwer kir, di êrîşa bi çekên kîmyewî ya nemerdane ya dijmin de şehîd bû û cihê xwe yê bi rûmet di karwanê şehîdan de girt. Hevrêyê me Ferman di nava PKK'ê de bi ciwantî gelekî bi pêş ve çû, xwe gihand asta fermandariyê, her tim li ser xeta fedaîtiyê meşiya û bû fermandarê pêşeng. Bi baweriya xwe ya li taktîk û rêbazên gerîla yê dema nû, di pratîkkirina gerîlatiya serketinê de, rêya serketinê û rêbaza şerê rast nîşanî me hevrêyên xwe da.

SABRÎ CÎLO

Hevrêyê me Sabrî li keleha berxwedanê ya Zagrosan li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku vê qadê bi dehan fermandarên leheng afirand û her tim pêşengî ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re kir. Hem ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, hem jî apê wî hevrêyê me Sabrî di sala 1997'an de li nava refên azadiyê şehîd bû, partiya me PKK û têkoşîna gerîla ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Sabrî ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me ji nêz ve dît û bi xwe bi serê wî ve hat, ji ber vê yekê li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin, kete nava lêgerîna wê yekê ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê. Li ser vê bingehê baweriya xwe pê anî ku têkoşîna herî encamgir û bi bandor li nava refên PKK'ê tevlîbûna li nava gerîla ye û sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava gerîla bû navê apê xwe yê şehîd bûye li xwe kir û ala wî ya têkoşînê hilda. Bi vî rengî dest bi meşa gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Sabrî ku li Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li her qada Zapê ma, li her bihosta vê qadê ked da, xwêdan rijand, li her rêyên qadê şopa xwe hişt. Bi kenê li ser rûyê xwe li her qadê bû çavkaniya moralê, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Ji roja ku tevlîbû û pê ve ji çalakiyan heta bi karên pratîkê di her qada jiyanê de bi fedakarî tevlî bû. Operasyonên dijmin ên li ser Zapê hemû dît, tevlî têkoşîna li hemberî van operasyonan bû û bû xwedî tecrûbe û danheviyeke girîng. Li gel vê yekê bi hin hunerên xwe yên di nava rêxistinê de bi pêş ve bir, hema hema li her derê tevlî kar bû, bersiv da pêwîstiyên kampê û di nava hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî diyarker. Li Zap û Çemçoyê qad, kamp û kar nema ku tevlî nebû. Heta bi eyaleta Avaşînê bersiv da pêwîstiyên hevrêyên xwe.

Ji 14'ê Nîsanê dema ku dijmin dest bi êrîşê kir û pê ve li qada Sacayê tevlî çalakiyan bû, pêwîstiyên binesaziyê bi cih anî, piştgirî da hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê şer dikirin. Piştî ku dijmin êrîş bir ser Qadên Berxwedanê yên Sacayê, xwe ji bo çepera berxwedanê ya Şehîd Xursî pêşniyar kir û li vê derê heta sê mehan fermandarî ji çepera berxwedanê re kir. Di vê pêvajoya berxwedanê ya sê mehan de bi sekna xwe ya milîtanî û performansa xwe ya bilind a şer, bû yek ji fermandarên Pêşeng ên gerîlatiya sedema nû. Ji bo têkbirina van êrîşên berfireh ku tê wateya jinûve meşandina komploya li hemberî Rêberê me, tevger û gelê me, xwedî biryardarî bû û ev biryardariya xwe bi çalakiyên berfireh nîşan da, pêşengî ji çalakiyan re kir. Hevrêyê me Sabrî di her firsendê de diyar dikir ku wê rê nede êrîşên nemerdane yên dijmin û bi vî rengî bawerî û biryardarî da derdora xwe, ev helweseta xwe heta dawiyê dewam kir, bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Dijminê ku li hemberî vê îradeya xurt bêçare ma û tenê bawer dikir ku bi bikaranîna çekên kîmyewî dikare encamê bi dest bixe, êrîşên kîmyewî giran kir. Di encama van êrîşên bi çekên kîmyewî de fermandarê pêşeng ê Zapê hevrêyê me Sabrî heta nefesa xwe ya dawî bêyî ku tawîzê ji îradeya Apoyî bide şer kir û derbên giran li xeyalên dagirkeriyê yên dijmin xist.

JÎNDA SERHED

Hevrêya me Jînda li navçeya Elbakê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re tê naskirin û bi vê taybetmendiya xwe yek ji qadên mînak ên Kurdistanê ye. Ji ber ku derdora lê dima dilsozê çanda xwe bû û bi israr ev jiyana xwe diparast, vê yekê bandor li ser hevrêya me Jînda jî kir. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin, cewhera xwe parast, bi vî rengî polîtîkayên dijmin pûç kir. Li gel vê yekê êrîş, zext û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me, bûn sedem ku hevrêya me Jînda li hemberî dijmin xwedî hêrseke mezin be. Hevrêya me Jînda zanîbû ku hesabê kiryarên dewleta Tirk a qirker tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bê pirsîn û sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Jînda piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya şervanên nû li herêma Avaşînê wergirt û bi coş û moraleke mezin tevlî nava perwerde û jiyanê bû. Ji ber vê yekê di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, ji hevrêyên xwe re hem bû mînak hem jî bû pêşeng. Hevrêya me Jînda di vê pêvajoya perwerdeyê xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser Şengalê, bû yek ji gerîlayên destpêkê ku bi hawara xelkê me yê Êzidî ve beziya. Li dijî êrîşên çeteyand emeke dirêj ji gelê me û jinan re bû mertal. Di dema şerê li Şengalê de rastiya dijmin, bandora mejiyê baviksalar bêhtir fêhm kir, ji aliyê leşkerî ve jî bû xwedî tecrûbeyeke mezintir. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê qedand, vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê, bi perwerdeya îdeolojîk re asta xwe ya hişmendiyê bilindtir kir û di çarçoveya felsefeya Rêbertî de ji nû ve nirxand, kir zemîneke girîng ji bo pêngavên mezintir. Bi hêz û morala ji perwerdeyê wergirtî, ji bo tevlîbûneke hîn encamgir di sala 2017'an de derbasî herêma Zapê bû. Li Zapê bi giranî li qadên Ertûş û Cîloya Biçûk ma û ji aliyê bicihanîna gerîlatiya serdema nû ve û pêkanîna rêbaza dema nû weke fermandareke YJA Starê pêşengî kir, hunera xwe tevlî her qada pratîkê kir. Bi vî rengî bû yek ji fermandarên pêşeng ên bicihanîna rê û rêbazên serdema nû, bi ked û hewldana xwe bû milîtaneke mînak a Apoyî. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk ûl eşkerî li herêma Zapê tevlî gelek çalakiyan bû, di van çalakiyan de bi roleke bi banador rabû. Li qada Cîloya Biçûk piştî çalekiyekê di êrîşa dijmin de bi giranî birîndar bû, tevî vê yekê jî tedawî bû û bi biryardarî xwest tevlî nava karên pratîkê bibe. Weke milîtaneke YJA Starê di mîsyona xwe ya pêşengiyê de ti carî tawîz neda. Li herêma Zapê bi tevlîbûna xwe ya durust, asta xwe ya fedakariyê, hewldan û pêşengiya xwe ya pratîkî di demeke kurt de bû fermandarek ku bal dikişand û bi tevlîbûna xwe ya wêrek û fedaî di şexsê Mizgîn, Rojda, Çiya, Avzem û Berfînan de xwe gihand sekna fermandariya jinê ya pêşeng a demê. Hevrêya me Jînda li qada Sacayê di pêvajoya şerê giran de tevlîbûneke çalak li kar kir, ji kûryetiyê heta bi karên pratîkî û çalakiyan beşdarî her karî bû.

Herî dawî li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî weke fermandara YJA Starê wezîfe kir, berxwedana li vê derê ji destpêkê heta dawiyê bi sekna fermandariya pêşeng meşand. Bi wêrekî, tevlîbûn û hunera xwe ya taktîkî di asta pêşengiyê de beşdarî hemû çalakiyên li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî bû, ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana fedaî ya hevrê Jînda û hevrêyên pê re nikarî encamê bi dest bixe, bi rengê ku li sîcîla wê ya qirêj bê careke din çekên kîmyewî bi kar anî û xwest îradeya milîtanên Apoyî bişikîne. Di encama êrîşên giran ên çekên kîmyewî de hevrêya me Jînda şehîd bû. Hevrêya me Jînda bi sekna xwe ya li ser xeta jin a azad di jiyana azad de israr kir.

HELMET VIYAN

Hevrêyê me Helmet ji malbateke eşîra Caf a welatparêz û rêzdar a Kurdistanê li Silêmaniyeyê ji dayik bû. Hevrêyê me Helmet ku ji heman eşîra ji pêşengên jinûve avakirina PKK'ê hevrêya me Şehîd Viyan Soran û xizmê wê bû, ji zarokatiyê ve bala xwe çû ser partiya me PKK'ê. Timî hewl da ku PKK'ê baştir nas bike û fêhm bike. Hewldanên xwe yên bi vî rengî di dema ciwantiyê de zêdetir kir, her ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me nas kir, xwest ku tevlî nava refên vê têkoşînê bibe. Bi taybetî sedema tevlîbûna hevrêya me Viyan Soran a li nava PKK'ê lêklolîn kir û xwest ku sedemên çalakiya fedaî ya hevrê Viyan fêhm bike. Bersiva van hemû piran di nava nameyên hevrê Viyan de dît ku beriya çalakiyê nivîsand. Bi vê bandora kûr destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû, kir ku ciwanên Başûrê Kurdistanê partiya me PKK'ê nas bikin û tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me Helmet pêvajoya dîrokî ya gelê me bi rengekî rast nirxand, baweriya xwe bi wê yekê anî ku gelê me yê di bin zexta qirkirinê de ye tenê bi têkoşîneke awarte dikare azad bibe. Weke ciwanekî Kurd hem ji bo şikandina metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me hem jî têkbirina tecrîda li ser Rêberê me gihîşt wê encamê ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Hevrêyê me Helmet ku di nava kûrbûneke bi vî rengî de bû, piştî ku welatparêzê hêja Vedat Duhok ji aliyê hêzên xayin noker ve hate qetilkirin, sonda hilanîna tola wî xwar û sala 2016'an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Bi tevlîbûna nava refên gerîla re gihîşt wê kêfxweşî û berpirsyariya giran ku Şehîd hevrê Viyan Soran gotibû divê ji eşîra wê hinek teqez çeka wê rake. Di nava jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi vê kêfxweşî û berpiryariyê tevlî bû. Destpêkê li herêma Qendîlê beşdarî nava kar bû, firsend dît ku li vê derê jiyana çiyê û gerîla li vê derê bi her awayî hîn bibe. Lê belê hevrêyê me Helmet ti carî bi ya heyî re xwe têr nedît, her tim xwest hem hîn bêhtir hîn bibe hem jî têkoşîna xwe li ser vê bingehê mezintir bike. Ji bo karibe bersivê bide pêvajoya şerê giran, ji aliyê leşkerî ve xwest xwe bi pêş ve bibe. Bi vê armancê beşdarî nava perwerdeyên li dibistana operasyonê bû, di taktîkên şerê gerîla de serwer bû. Şehadetên di vê demê de û tecrîda giran a li ser Rêberê me kir ku hevrêyê me Helmet bêhtir bikeve nava lêpirsînan. Hevrêyê me Helmet ji bo armancên xwe pêk bîne û bibe hevrêyekî rast ê Rêberê me, gihîşt wê encamê ku divê di asta fedaîtiyê de tevlî bibe. Bi vê armancê gelek caran kûrbûna xwe ya li ser çalakiya fedaî bi rêxistina me re parve kir. Hevrêyê me Helmbet ji bo karibe vê pêk bîne baweriya xwe pê anî ku divê xwe ji gelek aliyan ve perwerde bike û tevlî nava karên Hêzên Taybet bû.

Bi perwerdeyên li nava karên Hêzên Taybet, fedaîtî weke felsefeyeke jiyanê bi wate kir. Tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê, kar û şer di vê çarçoveyê de pêk anî û di her karî de ji bilî serketinê rêyeke din qebûl nekir. Bi hişmendî û berpirsyariya bilind a wezîfeyê tevgeriya, bi daxwaz û moraleke mezin tevlî her karî bû ku rêxistina me guncav dît. Ji bo şerê me yê azadiyê yê li dijî dagirkeran bê berfirehkirin, timî kûr bû, ev kûrbûna xwe bi rêxistina me re parve kir û ji xwe re kir armanc ku bike malê hevalên xwe yên têkoşînê. Hevrêyê me Helmet bi vê berpirsyariyê têkoşiya, bi van taybetmendiyên xwe bawerî da hevrêyên xwe hemûyan. Her kêliya xwe bi kûrbûna lêdana derbên mezin li dijmin derbas kir û li hemberî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap û Avaşînê ji bo bersivê bide cihê xwe di nava tîmên bi tevger de girt û derbasî herêma Zapê bû. Bi rengê fedaî tevlî gelek çalakiyên li herêma Zapê bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û di serketinên mezin de bû xwedî pareke mezin. Li herêma Zapê bi dilnizmî û tevlîbûna xwe ya kedkar, li qada şer bi rêbaza lêdanê ya bi rengê baz û israra li ser xeta fedaîtiyê, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt û bû milîtanekî mînak. Şerê tîm ê bi tevger bi pêş ve bir, di heman demê de heman hewldan di şerê tunelên şer de nîşan da.

Li qada Sacayê li tunelên şer ên Şehîd Xursî 3 mehan tevlî nava berxwedana destanî ya li dijî dijmin bû; bi moral, coş û baweriya xwe ya têkbirina dijmin bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe hemûyan re. Hevrêyê me Helmet û hevrêyên pê re di şerê tunelan de derbên giran li dijmin xistin û yek ji derbên herî giran ên dîrokê li dijmin xist. Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî berxwedana fedaî ya hevrêyên me bişikîne û encama dixwest bi dest bixe, careke din bi nemerdane çekên kîmyewî bi kar anî û hewl da hevrêyên me teslîm bigire. Hevrêyê me Helmet û hevrêyên din ên bi îradeyeke xurt a Apoyî şer kirin, li ser jiyana azad biryara xwe dan û di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên giran de şehîd bû.

DILŞÊR REQA

Hevrêyê me Dilşêr li nava malbateke ji gelê me yê Ereb li Reqayê ji dayik bû. Piştî ku bi salan zilm û zordariya DAÎŞ'ê dît, bi rizgarkirina herêma wan ji aliyê Hêzên Azadiyê yên Rojava re hevrêyê me Dilşêr felsefeya Apoyî nas kir. Paradîgmaya neteweya demokratîk û parastina jiyana bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn a Rêberê me bi taybetî bandor lê kir. Ji bo vê jî bala wî hînb êhtir çû ser Rêberê me û Partiya me û dest bi lêkolînê kir. Her roj hîn bêhtir kete bin bandora felsefeya Rêberê me û weke şervanekî azadiyê baweriya xwe pê anî ku divê tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me Dilşêr li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Reqayê heta bi çiyayên Zagrosê dest bi meşeke dirêj, zehmet lê bi azadiyê dagirtî, kir.

Hevrêyê me Dilşêr piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi tevlîbûn û jêhatîbûna xwe di demeke kurt de xwest biçe qada şerê giran û hesab ji dewldeta Tirk bixwaze ku dijminê gelan e. Ji bo vê daxwaza xwe bi ser bixîne ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve hewl da xwe bi pêş ve bibe û perwerde di vê çarçoveyê de nirxand. Di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe kûr kir, bi perwerdeyên wergirtî bi kelecan xwest ku tavilê cihê xwe li nava qadên berxwedanê bigire. Weke nûnerekî xeta enternasyonal a PKK'ê bi xurtî bi şoreşa azadiyê re dilsoz bû, bi sekna xwe ya li nava jiyanê bû milîtanekî bijarte yê Apoyî. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên 14'ê Nîsanê destpê kirin, hevrêyê me Dilşêr derbasî Zapê bû û kêfxweş bû ku gihîşt armanca xwe. Li herêma Zapê destpêkê li qadeke ku şer lê nebû hate wezîfedarkirin, lê belê timî dixwest li dijî dijmin şer bike. Li ser vê yekê tevlî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû. Bi tîmên bi tevger ên gerîla re li dijî dijmin gelek çalakiyên bi bandor kir û bi serketina di van çalakiyan de bû mînak. Hevrêyê me Dilşêr ku baweriya xwe bi serketina şerê tîm ê bi tevger û tunelên şer anî ku taktîkên dema nû yên gerîla ye, xwest ku xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe.

Li dijî êrîşên dijmin, tevî hevrêyên xwe hîn bi çalak têkoşiya û planên dijmin têk bir. Piştre jî derbasî çeperên şer ên Şehîd Xursî bû. Hevrêyê me Dilşêr ji Reqayê heta bi Zagrosan pêngaveke bi rengê baz avêt, bi tevlîbûn, coş û kelecana xwe ne tenê derbên giran li dijmin xist, di heman demê de bi sekna xwe ya fedakar a teslîm nedibû û nediket xefikê, dijmin têk bir, ser û bin kir. Bi vî rengî li çeperên Şehîd Xursî nîşan da ku jiyaneke hevpar û nû ya li Rojhilata Navînd estpê kir û li cîhanê belav bû, pêkane. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bi kesatiya xwe ya wêrek li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Mîna 10 hevrêyên xwe yên şehîd bûn, heta ku şehîd bikeve ji îradeya Apoyî tawîz neda.

ADAR ÇIYA

Hevrêya me Adar li bajarê kevnar ê Rojavayê Kurdistanê li Amûdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Di salên destpêkê de yên ku tevgera me xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kir, ji malbat û derdora wê tevlîbûn li nava partiya me çêbû. Hevrêya me Adar jî bi vê wesîleyê hîn di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Adar bi çanda welatparêziyê ya ji derdora xwe wergirtî mezin bû û ev çand ji xwe re kir pîvanek. Her ku mezin bû armanca xwe ya tevlîbûna li nava gerîla jî mezin kir û ji aliyekî ve li hemberî zextên civakî yên li dijî jinê bû xwedî nerazîbûn, li hemberî jiyana ku li jinê tê ferzkirin bû xwedî nakokî. Li gel nakokiyên xwe têkoşîna jinê ya bi Rêberê me û PKK'ê re mezin bû ji nêz ve nas kir. Xwest ku tevlî nava vê têkoşînê bibe û armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Adar diyar kir ku di tevlîbûna wê de bandora hevrêyên me yên şehîd hebû û ji roja ku tevlî bû û pê ve ji xwe re kir esas ku li ser xeta hevrêyên me yên şehîd bimeşe. Perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand û li garê dest bi pratîkê kir. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst êrîşî Kerkûkê kirin, ji bo gelê me yê li wê derê biparêze û li dijî mejiyê paşverû şer bike, tevlî komên destpêkê bû ku çûn Kerkûkê. Hevrêya me Adar wezîfeya xwe ya li vê derê bi serketî bi cih anî. Hevrêya me adar ku di vî şerî de bû xwedî tecrûbeyeke girîng a leşkerî, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Tevî zehmetiyên fîzîkî jî bi israra xwe derbasî herêma Zapê bû ku şer lê giran bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û hezkirina xwe ya li gerîlatiyê, zor û zehmetî hemû ji pêşiay xwe rakir. Li qadên ku lê ma bi hezkirian mezin a ji hevrêyên xwe û hêza çareserkirina zehmetiyan, bala hevrêyên xwe kişand. Di nava wan şert û mercên herî giran de ku mirovên bi tenduristiyeke baş jî zehmetiyan lê dikişîne, bi daxwaz û îradeya xwe ya bilind bû yek ji neferên pêşeng ên têkoşîna jinê. Weke milîtaneke YJA Starê ya şareza, hestiyariya jinê, bicihanîna pîvanên jin a azad û têkoşîna vê yekê ji xwe re ki sekneke girîng. Bi qasî aliyê îdeolojîk hewl da ku xwe ji aliyê leşkerî ve jî bi pêş ve bibe û di bicihanîna taktîk û rêbazên gerîlatiya serdema nû de xwe gihand asteke girîng.

Ji roja 14’ê Nîsanê ku êrîşên dijmin dest pê kir heta roja gihişt asta şehadetê, di gihandina pêngava pêwîst a serdemê de û pêşengiya hemû hevrêyên xwe de roleke girîng lîst. Ji roja destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê ve, tevî hemû zehmetiyên fizîkî jî bê dudilî di nava berxwedanê de ma. Di hemû xebatên ku di vê pêvajoyê de hatin pêşxistin bi awayekî aktîf cih girt, di çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin de roleke pêşeng lîst û tevî hemû êrîşên dagirkeran jî hevrêyên wî hêza berxwedanê ji kenê li ser rûyê wî digirt. Hevrêya me Adar, herî dawî di eniyên şer ên Şehîd Xursî de ji helwesta xwe ya milîtanîyê tawîz neda û ji berxwedanê re pêşengî kir, bi vê ruhê berxwedanê careke din nîşanî hemû cîhanê da ku îradeya Apoyî têk naçe û bi her tiştî dikare.

HARÛN FIRAT

Hevrê Harûn li navçeya Westan (Gevaş) a Wanê ku bi çanda berxwedanê ya li dijî dagirkeran pêşxistiye û navendek girîng a herêma Serhedê ye, hatiye dinyayê. Hevrêyê me yê ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bûye, ji zarokatiya xwe ve bi têkoşînê re têkiliyên xwe yên nêz ava kiriye. Tevlêbûna du kurapê wî di nava Têkoşîna Azdiya Kurditanê de û şehadeta hevrê Harûn Firat (Mehmet Alkan) bandorek mezin li ser hevrêyê me Harûn kiriye. Hevrêyê me ku timî êrîşên qirkirinê yên dagirkeran di kûrahiya dilê xwe de hîs kiriye û li hemberî vê yekê timî bi hêrs bûye, hevrê Harûn di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayan û ji axa ku lê dayik bûye û mezin bûye tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe. 

Hevrêyê me perwerdehiya xwe ya gerîla bi awayek serkeftî temam kir û derbasî qada Xakurê bû. Hevrê Harûn, timî li ser bingehê serkeftinê nêzî xebatên şoreşgerî dibû û bi helwesta xwe ya ji rêz û dîsîplînê tawîz neda, timî bi sekna xwe ya fedaî û tevlêbûna xebatan balê dikişand. Hemû kêliyên jiyana xwe ji bo azadiya gelê me da û ji bo kûkirina felsefeya Rêber Apo timî di nava lêhûrbûnê de bû. Hevrê Harûn, cihê xwe di nava Hêzên Taybet digre û rêya fedaîtiyê dixe navenda jiyana xwe ya şoreşgerî. Hevrê Harûn bi biryardarî di şexsê Şehîd Harûn Firat de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bi bigihîne serkeftinê, ala têkoşînê ya ku mîrateya xwe ji şehîdan wergirtiye bi serbilindî hilgirt.Hevrêyê me ku li ser bingehê tevlêbûna Zîlanê ji xwe re esas girt, bi helwesta xwe ya bi biryar, kesayeta xebatkar û şêwazê şerê fedaî bû milîtanek pêşeng. Hevrê Harûn di qada hunerê de jî xwe pêşxis. Hevrê Harûn ê ku xwedî dengekî xweş, her strana xwe bi hîskirina Rêber Apo û şehîdên me yên nemir distira.Ew xwedî helwestek rêxistinî ku ji prensîban tawîz nade û di her hawîrdora ku tê de kêmahî qebûl nedikir. Hevrê Harûn li cihê li bû, tu carê ji rêgezan tawîz nedida. Hevrêyê me ku bi beşdarbûn û sekna xwe ya jiyanê ve girêdayîbûna xwe ya bi rêgezan diafirîne, bi moral, xwerûtî û kesayeta xwe ya bi hêz di dilê hevreyên xwe de cihek ku nayê jibîrkirin girtiye.Di erkên girîng ên rêxistina me de cih girtiye, ku pê baweriyeke bilind, hesasiyet û beşdariyeke bi biryardar bi salan ev berpirsyarî bi awayekî serkeftî bi cih aniye. Hevrê Harûn gihiştiye rûmeta têkoşerên fermandarên me yên nemir Şehîd Savaş Mereş û Şehîd Cumalî Çorûm û ji bo tiştên ku ji wan hîn bûye veguherîne jiyanê, her tim di nava hewldanan de bûye.

Hevrêyê me yê ku şervanek fedaî û fermandarekî pisporê taktîkên gerîlayê serdema nû, derbasî Zapê bû, bû yek ji hevrêyê me yên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li ber xwe da û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrê Harûn di serkeftina Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Ciloyê Biçûk, Qela Bêdewê, Ertûş, Kûnîşka û gelek qadên Zapê di nava timên bitevger de cih girt. Her gava ku diçû ser dijmin, bi hêrsa li hemberî dijmîn û bi ruhê Apoyî li dijmin xist. Hevrê Harûn li ser xeta fedayiyan meşiya û bûye milîtanê xeta serkeftina partiya me. Hevrê Harûn bi hevrêyên xwe re derbên giran li dijmin ên ku dixwestin derbasî qada Berxwedanê ya Saca bibin da û li eniyên şer ên Şehîd Xursî pêşengiya berxwedana dîrokî kir. Jiyan û şerê fedaî yê hevrê Harûn ê ku di berxwedana dîrokî ya Zapê de hemû berpirsyariyên xwe bi cih anî û bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan re bû milîtanekî hêja yê partiya me, bêguman wê ji aliyê hevrêyên wî veşer bi serketinê were tacîdarkirin. 

ARVÎN TOLHILDAN

Hevrê Arvîn li Kobanê ku navenda berxwedana Şoreşa Azadiya Rojava bû û di encama şerê efsanewî yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de veguherî xeta serkeftinê ya gelê me, ji dayik bû. Hevrê Arvîn weke jinek ciwan a Kurd a bi rûmet, li dijî êrîşên ku dixwest Şoreşa Azadiyê ya Rojava bifetîsîne û hêviyên bindestan ên zîndî bûne ji holê rabikin bêdeng nama û tevli nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me ya ku di temenê xwe yê ciwan de ji bo pêşeroja azad a gelê me berpirsyariyên mezin girt li ser milê xwe, ji bo gelê me yê bindest li xaka xwe ya qedîm bibe xwedî jiyaneke azad, hemû nefesa xwe dide têkoşîna şoreşê. Hevrêya me ya ku di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi awayek aktîf cih girt, di sala 2015’an de tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêya me ya ku bi qilafeta xwe ya ciwan û dînamîk di demek herî kin de xwe li gorî şert û mercên çiyê lihevkir, bi tevlêbûna xwe ya bi coş bû çavkaniya moralê ji bo hemû hevrêyên xwe. Hevrêya me Arvîn bi hevrêyên xwe re li hemberî qirkirinên ku li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî dihat xwestin were pêşxistin derbasî Şengalê bû û li dijî çeteyên faşîst bi fedekarî li ber xwe da, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê.Bi perwerdehiya leşkerî û bîrdozî ya ku dîtiye, di felsefeya Rêbertiyê û taktîkên gerîlayên serdema nû de pispor bûye.Weke milîtaneke YJA Starê ya xwedî tecrûbe çû herêma Zapê û bû yek ji hevrêya me ku yekemîn bersiv da êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker. Hevrêya me ya ku li gelek qadên Zapê gerîlatî kir, cihê xwe di nava tîmên bitevger de girt û di gelek çalakiyên ku derbeyên giran li dijmin hat xistin de cih girt. Hevrê Arvîn ku di pratîka xwe de şêwaza tîmên bitevger bi awayekî serkeftî nîşan dide, di eniyên berxwedanê de cih girt û tevlêbûnek aktîf nîşan da ye. Herî dawî hevrê Arvînê ku çû eniyên şer yêŞehîd Xursî yên li herêma Berxwedanê ya Sacayê, li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hevrêyên xwe re têkoşînek dîrokî nîşan da.Di demek herî kîn de hevrê Arvîn pêşketinên mezin bi dest xistiye û bûye yek ji hevrêya me ya pêşeng ku ruhê serkeftinê yê serdema nû higirtiye. Hevrêya me timî ji bo pratîk û pêşxistina taktîkên serdema nû di nava hewldanan de bû, bi şêwazê xwe yê ku her firsendê dibîne vediguherîne çalakiyê û ruhê serketinê yê Apoyî jiyanî kiriye. Hevrê Arvîn ji bo azadiya gelê me bênavber xebat kiriye, li her qadê ked daye û di çalakiyên bêhejmar de cih girtiye, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û faşîst xistiye, mîrateyeke mezin a têkoşînê, jiyana xwe ya milîtanî, şerê fedaî û kesayeta xwe ya berxwedêr ji hevrêyên me re hiştiye. Hevrê Arvîn ya ku  bihevrêyên xwe re di encama êrîşa hovane ya bi çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa Tirk a qirker ve hat kirin de şehîd bû, wê bi biryardarî û vîna xwe ya bênavber rêya têkoşîna me ronî bike.

AZAD PIRSÛS

Hevrê Azad ê bi eslê xwe ji navçeya Pirsûsa Rihayê ye, ji ber zextên dewleta Tirk a faşîst neçar dimîne koçî bajarê Tirkiyeyê Uşakê bibe. Hevrê Azad di nava malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Her çiqas dûrî xaka pîroz a ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê de destpêkiribû û derbên herî mezin li kolonyalîst û hevkaran lê dihatin xistin jî, her tim bi hişmendî û çanda welatparêzî ya ku ji malbata xwe mîrate girtibû ve girêdayî bû, radestî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk mêtînger nebû.Hevrêyê me yê ku ji temenê biçûktiyê ve di nava lêgerîna têkoşînê de ye, berxwedana dîrokî ya gelê me yê Kobanê ku bû hedefa êrîşên çeteyên faşîst ên DAÎŞ'ê ji nêz ve şopand û gelekî bi bandor bû.Hevrêyê me bi baweriya ku ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad têkoşîneke gerîlatiyê pêwîst e, di sala 2015’an de li ser esasê bersivdayîna êrîşên dagirkeran tevli nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrê Azad li navçeya Licê ya Amedê tev li nava refên gerîla dibe û piştre derbasî qada Botanê dibe. Perwerdehiya xwe ya şervantiyê li qada şer temam kir û tev li pratîkê bû. Hevrê Azad ê ku tecrûbeya xwe ya yekemîn ya gerîlatiyê li Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a mêtînger bi dest xist, piştî pratîka xwe ya serkeftî li Besta û Herekolê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrê Azad ê ku bi perwerdehiya bîrdozî û leşkerî ya ku dîtiye tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê kûr kiriye, berê xwe dide Zagrosê ya ku wê li wir bi salan pratîkê bike.Hevrêyê me yê ku 4 salan di nava şert û mercên dijwar ên herêma Avaşînê de gerîlatî kir, di sala 2019’an de derbasî herêma Zapê bû. Hevrê Azad bi keda xwe, bi dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe re bi rastî û fedekariya xwe di nava hemû hevrêyên xwe cihekî cuda girtiye.Hevrêyê me yê ku bi tevlêbûna xwe ya bêhesab li her qadê ku diçe, bi dilê xwe yê pak û paqij, xwedî helwesteke ku yekser hebûna xwe dide der, di dema xwe de li herêmên Avaşîn û Zapê di hemû amadekariyên şer de cih girtiye, xebatên xwe yên mewîzî çêkirinê berdewam kiriye û bi keda xwe, hezkirin û rêza hemû hevrêyên xwe qezenç kir.

Keda hevrê Azad li hemberî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Zap û Avaşînê bi gelek encamên erênî derketine holê. Hevrêyê me Azad ê ku di operasyona dawîn a li qada Zapê de bi tecrûbeyên xwe yên salane bi dest xistiye, bi bandor nîşan deye û bi tevlêbûnek aktîf bûye pêşeng. Dema ku di qonaxa yekemîn a operasyona dagirkeriyê de li herêma Berxwedanê ya Kurojahro bû, piştre berê xwe da qada Berxwedanê ya Serdemê ya Saca û Şehîd Xursî bi hevrêyên xwe re li eniyên şer berxwedaneke dîrokî nîşan da.Hevrêyê me Azad ê di taktîkên gerîla de pispor bûye, di hemû qonaxên Pêngava Şoreşgerî ya BazênZagorê de cih girt û timî li qada şerê germ ji xwe re esas girtiye.Hevrêyê me Azad ku heta dawiyê li eniyên şer bi îradeyeke mezin pêşengiya berxwedanê kir, li vir jî bê teredut sekna xwe ya fedaî domand. Weke milîtanekî mînak ê sekna xwerêveberiyê ya Apoyî, hevrêyê me Azad ku mîrateyek têkoşînê ya bêdawî ji hevrêyên xwe re hiştiye, wê her tim di têkoşîna me de bijî.

HÊVÎ WELAT

Hevrêya me Hêvî di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û ji ber polîtîkayên rejîma Baas a Erebkirina Rojavayê Kurdistanê neçar ma koçî bajarê Helebê bike. Hevrêya me Hêvî ku li hemberî êrîşên qirkirina nasname û çanda azad a Kurd bi çandeke li ser esasê berxwedanê hat mezinkirin, weke jineke ciwan a Kurd ji temenê xwe yê biçûk de di nava lêgerîna têkoşînê de bûye. Hevrêya me ya ku hêj di temenê biçûktiya xwe de derfeta naskirina partiya me PKK’ê hebû, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bi felsefeya Rêber Apo re eleqe û meraqeke mezin hebû. Hevrêya me ya ku bi awayekî aktîf di nava pêvajoya şoreşê de cih digire, timî xwestiye berpirsyariya mezin a şoreşgerî ya ku di temenê xwe yê ciwan de girtiye ser milê xwe, ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojeke azad, bi awayekî rast bi cih bîne. Hevrê Hêvî ku cihê xwe di eniya herî pêş a şer de girt û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û xwedî tecrûbeyek mezin bû, ji dil bawer dikir ku gelê me wê bi PKK’ê re xeyalên xwe yên azadiyê pêk bîne û di sala 2017’an de tevli refên têkoşînê bû.

Hevrêya me ya ku bi perwerdehiya dîtiye tecrûbeya xwe ya leşkerî kûrtir kiriye û di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bûye, li Zapê tevli berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker bûye. Hevrêya me ya ku di gelek taktîkên gerîla de pispor bû û di pratîkê de bi cih anî, di demek kîn de xwe li gorî erdnîgariya dijwar a Zagrosê amade kir.Hevrêya me timî ji bo felsefeya Rêber Apo hîn bêhtir fêm bike di nava lêhûrbûnê de bû, di pratîka xwe ya serkeftî de bûye şopdarê xeta PKK û PAJK’ê ya mînak û milîtanek YJA Starê ku li gorî mîsyona xwe ya pêşeng tevdigere. Hevrêya me li ser esasê xurtkirina têkiliya rêhevaltiya PKK’ê ya pîroz di her hawîrdorê de ji xwe re esas girtiye, nasnameya jina azad di şexsê xwe de pêk aniye. Hevrê Hêvî di serdema gerîlatî û artêşbûna jinê de bi hêza xwe ya leşkerî û hêza xwe ya pêşketina taktîkî hêzeke girîng bi dest xist, bi girêdayîbûna û dilsoziya xwe ya bi xeta partiyê re bawerî da hevreyên derdora xwe.Hevrê Hêvî ku di demek kin de bi sekna xwe ya milîtanî, şerkirina fedaî û jiyana xwe ya fedekarî derket pêş, bi pratîkeke şayane xeta milîtaniya YJA Starê nîşan da, di bin her şert û mercî de ala têkoşînê bi serbilindî hilda.

Hevrê Hêvî ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt û bi awayekî aktîf tev li gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin bû, bi hevrêyên xwe reşerê tîmên bitevger bi awayekî serkeftî pêk anî. Hevrêya me Hêvî ligel hemû zehmetiyan jî taybetmendiyên xwe yên milîtaniyê li eniyên şer ên Şehîd Xursî dawam dike û bû yek ji berxwedêrên heta kêliya dawî nehiştin dijmin derbas bibe.Hevrêya me Hêvî, şopdarê xeta fedaiyan û yek ji lehengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û bi tîpên zêrîn navê xwe di dîroka berxwedana gelê me de nivîsand. Hevrê Hêvî ku di temenê xwe yê ciwantiyê de tev li nava refên têkoşînê bû û veguherî milîtaneke bijartîya ku ji aliyê partiya me PKK’ê ve hatiye afirandin, mîrateyeke têkoşînê ya xurt ji hevrêyên xwe re hişt ku ew ê di hemû jiyana xwe de li pey wan bin.

SEFKAN ADAR

Hevrêyê me Sefkan li Îdîrê di malbateke welatparêz a bi kevneşopiya xwe ve girêdayî ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me Sefkan ê ku şahidê polîtîkayên înkar û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd bû, li dijî van polîtîkayan ket nava lêgerîna têkoşînê. Hevrê Sefkan firsend dît ku felsefeya Rêbertiyê ji nêz ve nas bike, ji vê derfetê sûd wergirt û xwe di felsefeya Rêbertiyê de kûr kir. Hevrê Sefkan mîrateya têkoşînê ya ji malbata xwe wergirtiye, di qada siyasî de berdewam kir û felsefeya Rêbertiya xwe kûrtir kir, bi awayekî aktîftir beşdarî xebatan bû. Hevrê Sefkan ê ku her kûtir bû hîn bêhtir dixebitî, bi enerjiya bêdawî xwe birêxistin dike û ji bo hişyarkirina gelê me kedeke mezin dide, pê hesiya ku piştî demekê bi asta zanîn û têgihiştina ku bi dest xistiye dikare xebatên cuda bike. Hevrê Sefkan ê ku bi têkoşîna xwe ya bibandor bû armanca dagirkeran du salan di girtîgeha dewleta Tirk de hat girtin. Girtîgehên ku dewleta Tirk a faşîst weke amûra êşkenceyê û dûrxistina ji têkoşîna gelê Kurd bikartîne, veguherand qada perwerdehiyê. Hevrê Sefkan ê ku divê demê de bi lêhûrbûnên xwe hîn kûrtir bû, ferq kir ku bersiva herî mezin a li hemberî polîtîkayên tirsê yên dijmin mezinkirina têkoşînê ye û di wê demê de biryar da ku tevli gerîla bibe. Hevrê Sefkan di şert û mercên girtîgehê de bi hevrêyên xwe re di asta hişmendiyê de kûrbûnek afirand û piştî ku ji girtîgehê derket berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Pratîka yekemîn a hevrê Sefkan qada Zapê bû, ku yek ji qadên herî dijwar ên gerîlatiyê ye, bi bawerî, îrade û vîna xwe re, tevî xaka asê û şert û mercên operasyonê, di adaptekirina hevrêyên xwe re û jiyana gerîla de tu zehmetî nekişand. Hevrêyê me Sefkan ê ku heta dawî di tevlêbûna çalak a jiyan û şer de bi biryariya xwe diparast, bi vê taybetmendiya xwe di nava hevrêyên xwe de dihat hezkirin. Hevrêyê me Sefkan ê ku konsepta xwe ya îdeolojîk û perwerdehiya ferdî berdewam kir, li kêleka xebatên xwe yên pratîkî yên giran, ji bo hemû hevrêyên xwe yên di heman qadê de bû mînak.

Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ku 14’ê Nîsanê dan destpêkirin, di nava çalakiyên berfireh de bû, di heman demê de tecrûbeyên xwe yên jiyanî û leşkerî jî bi hevrêyên xwe yên ciwan re parve dikir. Hevrêyê me Sefkan ku di gelek çalakiyan de yên ku derbên giran li dagirkeran hate xistin û di çeperên şer de yên ku dijmin asê kir, bi roleke girîng rabû. Hevrêyê me Sefkan bi berxwedana xwe ya li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî re têkoşîna xwe gihand asta herî bilind. Li dijî êrîşên nemerdane yên dijmin bi tevlîbûna xwe ya bi moral hêz da hevrêyên xwe, bû mînakeke mezin a jiyan û daîmîkirina berxwedanê. Em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Sefkan bi bawerî û biryardarî meşand, di şexsê wî de bi hişmendiya ku hêjayî şehîdan hemûyan bibin, bi serketinê tacîdar bikin."