Qurbaniyên Komkujiya Roboskî li Mexmûrê hatin bîranîn

Xelkê Mexmûrê, 34 kesên li Roboskî di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûn, bi bîr anî.

Li Wargeha Panbaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 34 Şehîdên komkujiya Roboskî yên ku di 28’ê Kanûna 2011’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiya Kurdistabê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser bîranîna 34 şehîdên Roboskî û girêdanbûna komkujiyên ku di Kurdistanê de pêkhatîn, Mamosta Beşîr Gabarî axivî.

Beşîr Gabarî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Kurdan û wiha got: “Dîroka Kurdan bi xwînê tijî ye. Komkujiyanê mezin li ser gelê Kurd pêkhatin, tevî vê jî Kurdan hertim hemû netewên derdorê xwe bi heskirin hembêz kirine. Di welatê xwe de Kurd bûn penaber, rastî komkujiyan hatin û di mala de jî hatin qetilkirin. Ger mirov nebe yê xwe, wê herkes bi hêsanî bi mirov bileyîze. Li kijan cihî welatparêz hebin û serhildan hatibibin kirin, êriş birin ser û qetilkirin. Ji bo komkujiyên xwe rawa bikin Kurdan terorîze dikin. Çi komkujiyên ku hatiyine kirin, ji bo ku dijmin xwe mafdar derbixîne hertişt kiriye. Dema 34 ciwanên Roboskiyê qetil dikin, dewleta Tirk destpêkê got ew PKK ne, me ji bo wê êriş kir. Heta gelê Kurd nebin yek wê ev komkujî li ser me werin pêkanîn.”

Her wiha li ser navê Malbatên Şehîdên Roboskiyê Reşîd Encû jî axivî. Reşîd Roboskî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em çiqas bibêjîn emê nekarin tişta hatî jiyan kirin rave bikin. Giştî pelên daran bibin kaxez û pênûs jî wê têra çîrok û komkujiyên Kurdan neke. Ew soza me daye şehîdên xwe nû dikin û heta dawiyê emê şopdarê rêya wan bin.”