Beştaş: Dadgeha Bilind bi fermana AKP-MHP'ê dixebite

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rêveberên DBP'ê da û got, desthilatdarî bi erka dadgeha bilind avêtiye ser avahiyên partiyê.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li hemberî dîlgirtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Hayrettîn Altûn li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Beştaş got, "4 roj in di binê çavan de têne hiştin. Di serî de Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya li Amedê û Navenda Giştî ya Partiyê ya li Enqereyê, li gelek bajaran operasyoneke hevdemî hate kirin. Ya rast AKP û MHP'ê ragihandin bê çawa dadgeriyê bi kar tîne, ji bo armancên xwe çawa dîzayn kiriye. Di vê mijarê de pêwîstiya xwe bi dadgeriyê hebû. Ji DBP'ê aciz bûn. Ji xurtbûna muxalefetê û piştgiriya gel aciz bûn."

'BI ERKA DADGEHA BILIND AVÊTIN SER AVAHIYÊN PARTIYÊ'

Beştaş anî ziman, tevî ku holê tiştek tune bû jî avêtin ser navenda giştî û rêxistinên bajaran ên partiyê û wiha dewam kir, "Serdozgeriya Dadgeha Bilind bi kontrolkirin û lêpirsîna li partiyên siyasî berpirsyar e. Dest danîne ser erka Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî dengê xwe nake. Dadgeha Bilind jî mîna dadgehên herêmî di bin fermana AKP û MHP'ê de dixebite. Mîna çekekê wê bi kar tîne. Dadgerî, qanûn di dîroka Tirkiyeyê de ti carî di vê astê de nehatiye binpêkirin. Eger îro li şûna DBP'ê serokê giştî yê partiyeke din a siyasî hatibûya girtin, 4 rojan di binê çavan de hatibûya hiştin, qenalên muxalîf û desthilatdariyê wê bi rojan nûçe li ser çêbikira. Em dibînin ku niha di vê der barê de nûçeyekê jî derbas nakin, ji nedîtî ve tên."

'ME EV TÊKOŞÎN BI HEV RE MEŞAND, EM Ê BI HEV RE BIMEŞÎNIN'

Meral Daniş Beştaş bang li muxalîf, dijberên totalîzma AKP û MHP'ê û her kesên demokrat, alîgirên mafên mirovan, hiqûq û edaletê kir û got, "DBP'ê li vî welatî 104 şaredarî bi dest xist. Partiyeke bi vî rengî ye ku dengê bi milyonan kesî wergirtiye. Partiya herî mezin e ku piştgiriya herî xurt ji gelê Kurd werdigire. Li Tirkiyeyê jî pêkhateya herî mezin a HDP'ê ye. DBP destnîşan dike ku heta meseleya Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê ti mesele çareser nabe, di vê oxirê de jî berdêlên mezin dide û têdikoşe. Bêguman em bi DBP'ê re, me bi hev re têkoşîn meşand, em ê ji niha û pê ve jî bi hev re bimeşînin."

'EM Ê TI CARÎ JI VÊ RÊYÊ VENEGERIN'

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku ew ê ti carî ji rêya xwe venegerin û got, "Çi dibe bila bibe, em ê siyaseta demokratîk, muxalefeta demokratîk nîşanî dost û dijminan bidin. Em hîn mezin dibin, em hîn xurt dibin, em piştevaniya xwe mezintir dikin. Silavê Serok Keskîn li her kesî heye. Em jî bi navê HDP'ê dixwazin bibêjin ku em bi wî û HDP'ê re ne, em têkoşîna xwe dewam dikin."