Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komek ji ciwanan tevlî nava refên gerîla bû. Ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku armanca wan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev yek jî tenê bi têkoşîneke xurt dibe.

Li gorî nûçeya malpera Nûçeciwan, komek ji 14 ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla bi raya giştî re parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de dîl tê girtin û 22 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd êdî sebra ciwanan nemaye û ahte gotin, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi meş û çalakiyên protestoyî pêk nayê. Azadiya Rêber Apo bi şerê gerîla û têkoşîna çekdarî dikare bê misogerkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo vê yekê, em weke ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî nva têkoşîna gerîla dibin."