HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 7 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin.

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

“Di çalakiyên hêzên me de; 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 7 caran bi çekên kîmyewî bombe kir, madeyên plastîk û lastîkên wesayîtan şewitandin û dûmana jehrî şandin ser bi çeperên berxwedanê yên gerîla. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgera ya Bazên Zagrosê de li herêm Zapê

25’ê Kanûnê saet 10:00’an de li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

25’ê Kanûnê saet 03:00’an de li Qada Berxwedanê Girê Şehîd Axîn a Xakurkê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran li dagirkeran dan.

25’ê Kanûnê saet 13:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

25’ê Kanûnê saet 13:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 25’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê 7 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin. Dagirkeran maddeyên plastîk û tekerên wesayîtan şewitandine û dûmana jehrî şandine ser çeperên berxwedanê yên gerîlayan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 25’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Werxelê 4 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 25’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora Qada Berxwedana Girê FM, herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize Amediyê û gundê Sîda bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”