Ji bo şehîd Helmet li Silêmaniyeyê konê sersaxiyê hate danîn

Gerîlayê HPG'ê Bawan Mihemed bi nasnav Helmet Viyan, li Silêmaniyeyê bi merasîmekê hate bîranîn. Di bîranînê de işaret bi girîngiya rabûna li ber dagirkeriya dewleta Tirk hate kirin.

Bawan Mihemed bi nasnav Helmet Viyan yek ji 11 gerîlayên HPG'ê bû ku li Zapê di êrişa dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî de şehîd bû.

Helmet Viyan gerîlayekî ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê bû.

Piştî ku HPG'ê şehadeta Helmet Viyan ragihand, bi sedan kes ji şêniyên herêmê serdana malbata Bawan Mihemed kirin.

Li ber mala malbata şehîd Helmet Viyan konê sersaxiyê hate vedan.

Girseya gel a ku bi dirûşma "Helmet namire", "Şehîd namirin", "Terorîst Erdogan" tevlî merasîmê bû, sersaxî ji malbata Helmet Viyan re xwest.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed li merasîmê axivî û qala wateya têkoşîna şehîd Helmet kir.

Wehab Ehmed anî ziman ku rabûna li ber dagirkeriya dewleta Tirk û parastina xaka xwe erka her ciwanên Başûrê Kurdistanê ye û Helmet Viyan jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabû.

Endama Rêveberiya Tevgera Azadî Sara Mehmed jî destnîşan kir ku şehîd Helmet peyama rabûna li ber dagirkeriya dewleta Tirk da xelkê Başûrê Kurdistanê.