Bûldan: Heta ku kujer hesabê bidin wê doza Roboskî neqede!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan tevlî bîranîna Roboskî bû û got, "Heta ku kujer hesab bidin wê doza Roboskî neqede."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên HDP'ê tevlî merasîma bîranîna Komkujiya Roboskî bûn, ku li gundê Roboskî hate lidarxistin.

Di bîranînê de ku nûnerên gelek saziyan jî amade bûn Bûldan wiha axivî: "Em careke din sersaxiyê ji malbat û xizmên 34 mirovên xwe yên li Roboskî jiyana xwe ji dest dan, ji gelê xwe re dixwazin. Tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî lêpirsîneke xurt nehatiye kirin, kiryar nehatine eşkerekirin. Ev yek ji bo Tirkiyekê şermeke mezin e. Di heman demê de birîneke kûr e."

Bûldan diyar kir ku yên ferman dane û komkujî kirine eşekre ne û got, "Yekane tişta ku li holê nîne edalet û hiqûq e. Em bi zîhniyeteke welê re rû bi rû ne ku yên divê hesab bidin êrîşî yên hesab dipirsin, dikin. Mejiyê ku sîle li Ferhat Encu xist û yê ku li Roboskî bombe li 34 mirovan barand heman mejî ye."

Bûldan diyar kir ku ev doz wê neqede û got, "Heta ku kiryar hesabê bidin, heta ku yên ferman dane û berpirsyarên vê komkujiyê hesabê bidin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Ev birîn birîna me hemûyan e, êş êşa me hemûyan e. Ev birîn heta ku edalet bi cih neyê wê neyê girtin. Em careke din dibêjin ku bi malbatên qurbaniyan re, li pişt vê têkoşîna gelê xwe ne."