Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, hat dîlgirtin

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komara Amedê da destpêkirin de, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ê bi 14’ê hevserokên bajêr yên DBP’ê re hatibû destgîrkirin, hat dîlgirtin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku di 23'ê Kanûnê de tevî 14 hevserokên bajêr hatibû destgîrkirin, piştî îfadeya li Dozgeriya Komarê ya Amedê, bi sûcê "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê hat kirin.

Dadgeriya Ceza ya Sulhê, Bayindir bi sûcê "endamtiya rêxistinê" girt.

ALTÛN JÎ HATIBÛ GIRTIN

Beriya îfadeya Keskîn Bayindir, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez, Hevserokên DBP'ê yên Êlihê Bûrhan Eglentî û Rûkiyete Onat Gonul, Hevserokên DBP'ê yên Rihayê Rabîa Aslan û Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP'ê yên Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Arslan, Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP'ê yên Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar, Hevserokê Agiriyê Melîk Ozmuş, Hevserokên Wanê Şengul Polat û Harûn Okay bi şertê kontrolkirina edlî û qedexeya derketina derve hatibûn berdan.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altûn jî hatibû girtin.