Têkoşîna gerîla Sarîna...

Gerîla Sarîna Şervan beriya ku şehîd bikeve li ser jiyana PKK'ê gotibû, "Eger ez careke din bihatima dinyayê min ê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têbikoşiya."

Mehnaz Hesen Xeleflo bi nasnav Sarîna Şervan sala 1997'an li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li gel êrîşên dijminê xwîndar, malbata Sarîna dest ji çanda Kurd berneda. Vê yekê bandoreke erênî li ser kesayetiya Sarîna kir.

Sarîna bêyî ku ji çanda Kurd dûr bikeve mezin bû. Tevî ku li nava sîstema pergala Îranê mezin bû jî ev sîstem ti carî qebûl nekir. Sarîna her ku mezin bû û têgihişt, hîn bêhtir kete nava nakokiyan û dest bi lêgerînan kir. Zilma desthilatdariya Îranê ya li hemberî jin û gelê Kurd qebûl nekir û sala 2012'an Tevgera Azadiyê nas kir.

Refên gerîla weke ew qad dît ku bersiva lêgerînên xwe lê peyda bike û têbikoşe. Ji ber vê yekê sala 2014'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Heman salê li Xakurkê tevlî nava perwerdeyê bû. Bi salan li gelek qadan têkoşiya. Di rêwîtiya xwe ya azadiyê de gelek şervan nas kir. Têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê bandoreke mezin lê kir. Sarîna di nirxandina xwe de li ser jiyana li nava PKK'ê wiha digot: "Xwezî min jiyana PKK'ê beriya niha nas kiribûya û tevlî bûma. Xwezî min li qadên azadiyê rojeke din têbikoşiya. Lê belê eger careke din hatibûma dinyayê û ev firsendê bi dest xistibûma, min ê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têbikoşiya û jiyana azad hilbijarta. Min ê ji bo vê jiyana bi rûmet û azadiyê hemû berdêl bida ber çavên xwe."

LI QADÊN HERÎ ZEHMET KAR KIR

Sarîna li gel zor û zehmetiyan jî tawîz ji têkoşînê neda û li gelek qadan bi îardeyeke xurt li ber xwe da. Ji bo karibe li qadên herî zehmet wezîfeyê û şer bike, pêşniyar kir. Sarîna li ser bingeha armancên xwe di sala 2017'an de çû qadên perwerdeyê. Li Akademiya şehîd Bêrîtan xwe bi pêş ve bir û gihîşt wê astê ku li her qada jiyanê têbikoşe. Bi xurtî, bi biryar û bi îrade têkoşîna xwe mezintir kir.

Sarîna ya berxwedêr li qada leşkerî jî xwe bi pêş ve bir û gihîşt wê astê ku di nava artêşa jinê de bi pêşengiyê rabe. Sarîna xwe ji bo Bakur pêşniyar kir û berê xwe da herêma Serhedê. Li Bakur di her gavê de dijmin ji nêz ve şopand û piştî her şehadetê hîn bêhtir bi hêrs bû, bi hesta tolhildanê bi ser dijmin ve çû.

Li gel zor û zehmetiyan ala serketinê bi gaveke din bilind kir û di şerê gel ê şoreşgerî de mîsyona xwe bi cih anî. Di 8'ê Hezîrana 2020'î de di kemîna dijmin de tevî 3 hevalên xwe berxwedaneke dîrokî nîşan dan û ji xefikê rizgar bûn. Wê demê dijmin bi gelek leşkeran li herêmê dest bi operasyoneke mezin kir. Sarîna û 3 hevrêyên wê nehiştin ku dijmin bi hêsanî bikeve qadê, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.