KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yek ji lehengên gel: Herekol Botan
Ew yek ji gerîlayên lehengê gelê xwe bû. Wî Apoyiya rast a ku di şert û mercên herî dijwar ên şer de vîna mirov dikare ji bo azadiyê çi bike nîşan da. -
Sozdar Avesta: Eger ew dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî nexşerêyekê ye, lê dewlet ne zelal e û got, “Eger dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin û hîn cidîtir nêz bibin.” -
Xelkê Êlihê êrîşên li dijî Tişrinê protesto kir
Li Êlihê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Tişrînê û qetilkirina sivîlan hate protestokirin. -
Di meşa Nisêbînê de pêyama Rêber Apo hat silavkirin
Bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Nisêbînê meşiyan. Di meşê de peyamên çareseriyê yên Rêber Apo hat silavkirin û gotin, “Em hem ji têkoşînê û hem jî ji aştiyê re amade ne.” -
MXDŞ: Biryara Efûya Giştî xiyaneta li xwîna qurbaniyan e
Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê rabû ku metirsî heye DAÎŞ'iyên girtî bêne berdan û destnîşan kir ku ev biryar xiyaneta li xwîna qurbaniyên fermanê ye. -
Ji bo Dûrdû yê ji aliyê leşkerê Tirk ve hate qetilkirin, serî li Baroya Wanê hate dayin
Malbata Seyîthan Dûrdû ku li navçeya Serav a Wanê ji aliyê leşkerê Tirk ve hate qetilkirin, serî li Baroya Wanê hate dayin. -
Dayikên ku li ser sînorê Kobanê di nobedê de ne: Divê her kes xwedî li Rojava derkeve
Dayikên ku li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê li Pirsûsê di nobedê de ne, bang li her kesî kirin ku xwedî li Rojava derkevin. -
'Divê her kes berê xwe bide Rojava'
Li Rihayê bi çalakiyekê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Divê her kes berê xwe bide Rojava." -
Jinên li Mêrdînê ji bo Tişrînê meşiyan
Li Mêrdînê bi pêşengiya jinan ji bo şermezarkirina êrîşên qirkerî û komkujiya li Tişrînê meşek hate lidarxistin. Di meşê de berxwedana Tişrînê hate silavkirin. -
Girtina rojnamegeran hat protestokirin
Rojnamegeran li Dêrsimê binçavkirina hevakrên xwe protesto kirin û gotin "Em ê berdewam bibin dengê rojnamegerên dîlgirtî." -
Gerîla ji erd û ezmên lê xist
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewa û bejahî ve gelek caran li artêşa Tirk a dagirker xistin. -
HPG'ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku bi pêşengiya şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin." -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 109’an didome
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya bi armanca azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 553’an de bi koma 109’an didome. -
Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo du jinên girtî greva giştî destpê kir
Piştî ku dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî erê kir, li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî pêk hat. -
Kalkan: Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Ne di gotin ne jî di pratîka AKP'ê de guhertinek nîne. Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye. Em her tim li pişt pêvajoya Rêber Apo ne." -
KCK’ê ji bo kesên li Bolûyê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest
KCK: “Gelekî eşkere ye ku ev karesat ji ber xemsariyan rû daye. Ji ber ku dewlet û desthilatdarî erkên xwe yên sereke bi cih naînin, li Tirkiyeyê bûyerên weke îhmalkarî, gendelî, xizaniya gel û zehmetiyên jiyanî bi awayekî zêde rû didin.” -
Girtiyên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna grevê kirin
Girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo greva giştî ya ku wê sibe ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bê kirin, banga tevlîbûnê kirin. -
Kevana Zêrîn hunermend Bavê Teyar bi bîr anî
Koordînasyona Kevana Zêrîn hunermend Cuma Xelîl (Bavê Teyar) bi bîr anî ku li Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû û banga xwedîderketina li helwest û xîreta Bavê Teyar li hemû hunermendan û gel kir. -
KJAR’ê banga tevlîbûna greva giştî kir
KJAR’ê banga tevlîbûna greva giştî kir ku wê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bê lidarxistin. -
Rojnamevanê Rojnews Silêman Ehmed hate berdan
Edîtorê Rojnews Silêman Ehmed ê ku Cotmeha 2023’yan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin, piştî biryara dadgeha temyîzê hate berdan. -
KONGRA-GEL: Ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava em seferber bibin
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn yekser êrişî sivîlan dike û got, "Ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava em seferber bibin." -
KCK'ê sersaxî da Edhem Barzanî
KCK'ê ji ber wefata dayika siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî, Xeyriya Ebdulrezaq, peyameke sersaxiyê weşand. -
Ji 12 baroyan nerazîbûn: Êrîş li sivîlan tê kirin, li Tişrînê hiqûq tê binpêkirin
12 baroyan nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê dan û qwetilkirina şanoger Bavê Teyar û 6 sivîl bi bîr xistin. Baroyan gotin, "Pîvanên hiqûqa navneteweyî hatin binpêkirin." -
Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya li dijî darvekirinan
Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn biryar hate dayin ku greva giştî bê kirin. -
KCK: Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO'yê divê li her derê bêne şermezarkirin
KCK'ê dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li ser gel bi tundî şermezar kir û ev bang kir, "Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SOM'yê divê li her derê bêne şermezarkirin û helwesteke xurt li dijî êrîşan bê nîşandan."