Li Sêrtê ji bo çalakiya nobedê bang hate kirin
Li hemberî desteserkirina Şaredariya Sêrtê li bajêr meşên protestoyî tên lidarxistin û ji bo çalakiya nobedê ya ku wê sibehî were lidarxistin, bang hate kirin.
Li hemberî desteserkirina Şaredariya Sêrtê li bajêr meşên protestoyî tên lidarxistin û ji bo çalakiya nobedê ya ku wê sibehî were lidarxistin, bang hate kirin.
Li Sêrtê desterserkirina Şaredariya Sêrtê û peywira hevşaredaran bi meşên girseyî tên protestokirin.
Meşa girseyî li pêşiya avahiya şaredariyê dest pê kir û heya Kolana Aydinlikê berdewam kir. Di meşê de seredana esnafan hate kirin û gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Bijî Berxwedana Gelê Kurd’’, ‘’Em dê bi têkoşînê bi ser bikevin’’, ‘’Qeyûm dê biçin, gel dê bimîne’’, ‘’Bijî Berxwedana Sêrtê’’ û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ hatin berzkirin.
Meş bi çepik, berzkirina dirûşmeyan û tîlîliyan li pêşiya avahiya şaredariyê bi dawî bû.
Piştre daxuyaniyek hate dayîn û ji bo tevlîbûna çalakiya nobedê ya ku wê sibehî di navbera saetên 12.00-16.00’an de were lidarxistin, bang hate kirin.