Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:
“Em hevrêyên xwe Berxwedan, Rojda û Çirav ên ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de li herêma Xakûrê di encama êrîşekê de tevlî karwanê şehîdan bûne, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em dê armanc û xeyalên wan bikin egera têkoşîna xwe.
Hevrêyê me Berxwedan ê ku girêdayî çanda welatparêziya kûr û berxwedêriya qewî ya gelê me yê Wanê mezin bûye, di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de bû xwediyê têkoşîneke layiqî gelê me. Hevrêyê me yê ku di gelek qadên têkoşîna me de şoreşgertî kiriye û ji bo pêkanîna azadiya gelê me hemû berpirsiyariyên xwe bi cidiyet, cesaret û fedekariyeke mezin bi cih aniye, bi helwesta xwe ya zelal a di pîvanên milîtaniya Apoyî de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Berxwedan li qadên herî dijwar û sivikkirina barê hevrêyên xwe ji xwe re kiribû prensîb û karî temsîliyeta hevrêtiya girêdayî xeta fedaîtiyê ku cewhera Apoyîyê ye, bike. Hevrêyê me Berxwedan ê ku ji fermandariya herêman bigire heya gelek xebatên girîng berpirsiyarî girt ser milên xwe û serketina di şerê azadiyê de ji bo xwe kir armanc, bi pratîka xwe ya serkeftî têkneçûyîna milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de şênber kir. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em dê têkoşîna hevrêyê xwe Berxwedan bigihînin serkeftinê.
Gerîlayên YJA Starê yên ku bi têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşên dijmin bûne pêşengên şerê me yê azadiyê, bûne navên têkneçûyîna jinên ku ruhê azadiyê nas kirine. Hevrêya me Rojda ya ku li hemberî zîhniyeta mêran a serwer partiya me PKK û PJAK’ê weke hêviya azadiyê dibîne û girêdayî van yekan tevlî bûye, di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de xwest rastiya Rêber Apo û felseya wî bike rotaya jiyana xwe. Hevrêya me Rojda ya ku ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe têkoşîneke bêhempa meşand, bi fikr û pratîkên xwe karî bibe milîtaneke serkeftî. Hevrêya me Rojda a ku baş dizanîbû ku heya jin û gel di warê xweparastinê de xwe pêş ve nebin, nikarin azad bibin, pêşengtî kir ku gelek jin li hemberî çeteyên hov di mewziyên têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em soz didin ku em ê teqez bîranîna hevrêya xwe Rojda a ku ji destpêka tevlîbûna xwe û heya şehadeta xwe girêdayî prensîbên azadiyê bû, zindî bigirin.
Hevrêyê me Çirav ê ku ji dûrî welatê me Kurdistanê ji dayik bûye û mezin bûye êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me kir egera têkoşîna xwe û tevlî nava refên azadiyê bûye, karî temsîliyeta kesayeta Botanê ya pak û resen bike. Hevrêyê me Çirav ku di pêvajoya êrîşên dijmin ên li dijî gelê me û Tevgera me de dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berda û bû ferdekî şerê azadiyê, bi vê helwesta xwe karî ji hemû ciwanên Kurd re bibe milîtanekî mînak. Hevrêyê me Çirav ê ku tu caran jiyaneke jirêzê nepejirand û xwest bibe şervanekî ku li ser xeta serkeftine dimeşe, bi pratîka xwe ya serkeftî ji roja xwe ya ewil ve karî xwe bigihîne armanca xwe. Em soza xwe dubare dikin ku em dê têkoşîna hevrêyê xwe yê ku weke şervanekî durist ê têkoşîna destanî ya li hemberî dijmin hatî pêşxistin û li hemberî gelê me erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn, ji xwe re bikin mînak û bîranîna wî bikin egera meşa xwe ya ber bi serkeftinê ve.
Di serî de ji malbatên hevrê Berxwedan, Rojda û Çirav ên hêja û ji hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sersaxiyê dixwazin; soza xwe dubare dikin ku heya em armanca xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk tînin, em dê di pêşengtiya şehîdên xwe yên leheng de têkoşîna xwe bidomînin.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Berxwedan Harûn
Nav û paşnav: Mûrat Keleş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Sakîne – Muhîttîn
Cih û dîroka iehadetê: 7’ê Cotmeha 2024’an / Xakûrkê
|
|
Nasnav: Rojda Azad
Nav û paşnav: Zehra Sebat
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Hacera – Mûsa
Cih û dîroka şehadetê: 7’ê Cotmeha 2024’an / Xakûrkê
|
|
Nasnav: Çirav Cûdî
Nav û paşnav: Serhat Erdogan
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dayik û bav: Nûriye – Mahmût
Cih û dîroka şehadetê: 7’ê Cotmeha 2024’an / Xakûrkê
|
BERXWEDAN HARÛN
Gelê me yê Wanê ê ku tevî hemû zext, qirkirin û êşkenceyên dewleta Tirk a dagirker ji welatparêziya xwe tawîz nedaye, bi hezaran ewladên xwe dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û xwedî li erkên xwe yên dîrokî derketiye. Gelê me yê ku girêdayî armancên welatê azad û Rêbertiya azad, hemû caran ruhê berxwedêriyê zindî girtiye. Hevrêyê me Berxwedan li navçeya Serav a girêdayî Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata hevrêyê me welatparêz bû û di derdora wî ya nêz de tevlîbûnên ji refên gerîlayan re hebû, hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas kir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku girêdayî hişmendiya Kurdayetiyê û nirxên xwe mezin bûye, sempatiyeke mezin nîşanî gerîlayan dide. Hevrêyê me ku dixwaze di warê aboriyê de piştgiriya malbata xwe bike, di zarokatiya xwe de şivantiyê dike. Hevrêyê me yê weke ciwanekî Kurd ê ji çiyayn hez dike û di nava xwezayê de mezin dibe û gerîlayan weke parçeyeke xwezayê dibîne, şêwejiyana hevrêyên me yên ku tevî şert û mercên dijwar ên Serhedê gerîlatiyê dikin, mereq dike. Hevrêyê me yê ku pirsan di hemû mijaran de pirsan li gerîlayên dibîne dike û dixwaze têkildarî jiyana gerîlayan her tiştî hîn bibe, tevî temenê xwe yê ciwan jî xwest di nava hin xebata de cih bigire. Çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ên ku li hemberî rehîngirtina Rêbertiya me ya bi Komployeke Navneteweyî pêş ketin, bandoreke mezin li hevrêyê me kir. Hevrêyê me ê ku dixwaze di pêvajoyê de bi awayekî çalak cihê xwe bigire, weke yek ji hezaran ciwanên Kurd ên birûmet û jiyana bêyî Rêbertî qebûl nakin, di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cihê xwe girt. Hevrêyê me yê ku demekê di nava şervanên nû de jî cih girt, bû wesîle ku gelek ciwanên Kurd cihê xwe di nava refên azadiyê de bigirin. Li gel hemû şervanên nû yên ku tevlî nava refên azadiyê dibûn û xeyala roja tevlîbûna xwe kir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku di pêvajoya pengava “Êdî Bes e” de ku ji aliyê Tevgera me ve hate destpêkirin, di gelek xebatan de cihê xwe girt, xwest têkoşîna xwe ya heyî mezintir bike. Hevrêyê me yê ku li ser têkoşîna gerîlayan a bêhempa ya li hemberî êrîşên dijmin xwe kûr dike û di dixwaze di nav de cih bigire, berê xwe dide nava refên gerîlayan.
Hevrêyê me Berxwedan ê ku di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe, bi xwestek û moraleke mezin beşdarî perwerdeyên şervanên nû dibe. Hevrêyê me yê ku gelekî ji jiyana gerîlayan û têkiliyên hevrêtiyê bandor dibe û bi xwestekeke mezin tevlî dersan dibe, di demeke kurt de xwe di warên jiyanî û leşkerî de pêş dixe. Li gel perwerdeyên distîne xwe ji taybetmendiyên ku pergalê di kesayetiya wî de afirandine, rizgar dike û hewl da ku felsefeya Apoyî di jiyana xwe de şênber bike. Hevrêyê me Berxwedan ê ku bi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike, piştre derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêyê me yê ku di hemû kêliyên jiyana gerîlatiyê de cih dide perwerdeyê û armanc dike ku bibe gerîlayekî serkeftî, bi jêhatîbûn û fedekariya xwe karî bibe şervanekî mînak. Hevrêyê me yê ku dixwaze bi awayekî çalak di nava têkoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê de cihê xwe bigire û rola xwe bilîze, di demeke kurt de gihîşt asta ku berpirsiyariyan bigire ser milên xwe. Hevrêyê me ê ku hewl dide hemû bedew û zehmetiyên jiyana gerîlayan watedar bike, bi sekna xwe ya milîtanî derket pêş. Hevrêyê me Berxedan ê ku di encama çalakiya Harûna ya sala 2012’yan hatî lidarxistin de bi awayekî fedaiyane şer dike û birîndar dibe ku di encama çalakiyê de derbên giran li dijmin hatin xistin, qebûl nekir ku kêliyekê jî ji têkoşînê dûr bikeve. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de tedawiya xwe temam dike û piştre dubare berê xwe dide qadên şer, bi sekna xwe ya bibiryar ya di derblêxistina dijmin de û hêrsa xwe ya têkildarî têkoşînê kedeke mezin nîşan da ku erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Berxwedan ê ku dizanîbû divê gerîla li hemû qadan serkeftî bin û tevlî perwerdeyên dibistana operasyonan dibe, di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de hewl da kêmasiyên xwe yên di pratîkê de çareser bike. Hevrêyê me yê ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi kedên mezin ên Rêbertiya me û şehîdên me hatine bidestxistin bike, ji xwe re kir armanc ku bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Berxwedan ê ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û weke gerîlayekî jêhatî perwerdeya xwe temam dike, felsefeya Apoyî ya jiyanî bi awayekî bibiryar pêk anî. Hevrêyê me yê ku parastina nirxên me yên madî û manewî weke erkeke şoreşgeriyê dibîne, dest bi têkoşîneke çalak dike. Hevrêyê me ji bo ku jiyana lê digere û xeyala wê dike bi têr û tije bijî, têkoşîneke bêyî navber dide meşandin. Hevrêyê me Berxwedan ê ku ji bo erkên herî dijwar xwe pêşniyar dike û bi pratîka xwe ya serkeftî tê naskirin, bi sekna xwe ya jiyanî parêzvaniya milîtaniya Apoyî kir.
Hevrêyê me Berxwedan ê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê dimîne û têdikoşe, di destpêka êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me de bêyî dudilî li rex gelê me daxilî têkoşînê bû. Hevrêyê me yê ku piştî têkbirina êrîşên çeteyan bi şanaziya bicihanîna erka xwe ya awayekî serkeftî dubare berê xwe dide qadên gerîlayan, girêdayî tecrûbeyên ku bi dest dixe, ji bo mezinkirina têkoşîna xwe hewleke mezin nîşan dide. Hevrêyê me yê ku hemû zehmetiyên ku rû bi rû dimîne girêdayî dilsoziya ji Rêber Apo û xeta şehîdan analîz û çareser dike, piştî ku di gelek waran de erka fermandariyê dike bi erka fermandariya herêmê derbasî Xakûrkê dibe. Hevrêyê me yê ku tevî êrîşên dijmin ên dijwar ji bo parastina qadên têkoşînê bi tevlîbûneke fedaiyane taktîkên gerîlatiya serdema nû bi awayekî serkeftî bi cih tîne, di têkbirina êrîşên dijmin de roleke mezin dilîze.
Hevrêyê me Berxwedan bi saya keda xwe ya di refên azadiyê û têkiliyên xwe yên hevrêtiyê di dîroka me ya têkoşînê de navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Hevrêyê me Berxwedan ê ku di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakûrkê de tevlî karwanê şehîdan dibe, bi sekna xwe ya leşkerî û kesayeta xwe ya jidil û durist dê di nava têkoşîna me de tim zindî bimîne.
ROJDA AZAD
Hevrêya me Rojda ya ku di nava malbateke ku ji hemû polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk dihese û ji welatparêziya xwe tawîzê nade de jidayik dibe, girêdayî nirxên xwe mezin dibe. Hevrêya me ya ku di derdoreke welatparêz de mezin dibe, ji çîrokên lehengiyê yên gerîlayan bandor dibe. Xalê hevrêya me di nava refên gerîlayan de bû û vê yekê jî kir ku hevrêya me jiyana gerîlayan mereq bike. Hevrêya me Rojda ya ku xeyalên gerîlabûnê dike, bi baldariyeke mezin nûçe û agahiyên têkildarî gerîlayan guhdar dike. Hevrêya me ya ku tevî temenê xwe yê biçûk jî berdêlên gelên me dibîne û li ser jiyana ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me ferz dike, xwe kûr dike, li cem li dijî dagirkeran hêrseke mezin peyda dibe. Hevrêya me ya ku heya lîseyê diçe dibistanên pergalê, ji bo parastina ziman û taybetmendiyên civaka xwe tin di nava lêgerînekê de ye. Hevrêya me ya ku dixwaze ji nakokiyên destpêka ciwantiya xwe re bersivê peyda bike, roj bi roj xwe nêzîkî Tevgera me dibîne. Ji gerîlayên jin ên di nava regên azadiyê de û ji têkoşîna me re pêşengtiyê dikin re gelekî bandor dibe. Hevrêya me Rojda pê dihese ku jin di nava pergala kapîtalîst de weke meta û amûreke reklamê tê dîtin, eleqekeye mezin nîşanî gerîlayên YJA Starê yên girêdayî xeta jina azad têdikoşin, dide. Hevrêya me ya ku di encama lêgerîn û nakokiyên xwe de di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cihê xwe digire, bi tevlîbûneke çalaktir di nava têkoşînê de cih digire. Hevrêya me di xebatên xwe de bi şêwaz û jêhatîbûna xwe di birêxistinbûn û xebatên tevlîbûnê de roleke girîng dilîze. Bi saya serkeftin û kedên xwe yên di van xebatan de ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me ya ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên tunekirin û tunehesibandinê yên li ser gelê me hêrseke mezin li cem peyda dibe, jiyana gerîlayên ku di Têkoşîna Azadiya Kurditanê de şehîd bûne ji xwe re weke mînak digire. Hevrêya me ya ku di pêvajoya şerê dijwar de biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan dide, ji bo pêkanîna vê biryara xwe dikeve nava lêgerînan. Hevrêya me tevî hemû zehmetiyan jî ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên zaroktiyê hewleke mezin nîşan dide.
Hevrêya Rojda a ku di sala 2011’an de li ser Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan dibe, demeke kurt li Bakur dimîne û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Têkiliyên hevritiyê û suhbetên jidil ên gerîlayan bandoreke mezin li hevrêya me dikin. Hevrêya me ya ku di dewreya perwerdeya şervanên nû de tevlîneke çalak pêk tîne û dikeve nava kûrbûnên mezin, bi tevlîbûnaxwe ya bimoral di demeke kurt de xwe pêş xist. Hevrêya me Rojda a ku nirxandinên Rêbertiya me yên têkildarî artêşbûna jinan dixwîne û dikeve nava kûrbûnên mezin, perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêya yekem tecrûbeyên têkildarî jiyana gerîlayan li herêma Zagrosê bi dest dixe. Hêvrêya ma ya ku ji sekn û heybeta çiyayên Zagrosê a ku bi hezar salan e rê nade dijmin bandor dibe, tevî van şert û mercên dijwar jî bi awayekî serkeftî gerîlatî kir. Hevrêya me Rojda ya ku demeke dirêj li Zagrosan gerîlatiyê dike û dibe gerîlayeke jêhatî, bi saya fedekarî û morala xwe ya di jiyanê de hemû erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih tîne. Hevrêya me Rojda ya ku di pêvajoya êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me de têkoşîna li gel gelê me ji xwe re weke erkeke şoreşgerî dibîne, di gelek pêngavên li dijî çeteyan de cih digire û erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêya me ya ku piştre dubare derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe, girêdayî pêwîstiyên Partiya me li gelek qadan bi cidîyeteke mezin tevlî xebatan dibe. Hevrêya me ya ku di demeke kurt de xwe gelekî pêş dixe, berpirsiyariyên mezin girtin ser milên xwe. Hevrêya me ya ku hemû kêliyên jiyana xwe weke perwerdeyekê derbas dike, xwest weke gerîlayeke pispor di pêvajoya şer de rola xwe bilîze. Hevrêya me ya ku tevlî perwerdeyên pisporbûnê dibe, têkildarî taktîkên serdemî û îdeolojiya rizgariya jinan dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me ya ku dixwaze li ser xeta jinan azad bêyî dudilî têbikoşe, bi kûrbûnên xwe alikariya hevrêyên xwe jî kir. Hevrêya me Rojda ya ku dibe gerîlayeke serkeftî, xwest derbasî qadên êrîşên dewleta Tirk lê zêde ne, bibe. Hevrêya me Rojda ya ku di akademiya jina azad de dewreyekê perwerdeyê dibîne û di perwerdeyan de muhasebeya pêvajoya pratîkê dike, ji xwe re dike armanc ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya serkeftî. Hevrêya me ya ku piştî perwerdeyên xwe temam dike û derbasî Xakûrkê dibe, bi saya sekna xwe ya milîtanî û israra xwe ya di pêkanîna taktîkên serdemê de ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin.
Hevrêya me Rojda, dê bi fedekarî, hevrêtiya xwe ya jidil û sekna xwe ya zelal a li Xakûrkê tim di nava têkoşîna me de were bibîranîn û ji me re pêşengtiyê bike. Em soza xwe dubare dikin ku em dê xeyala hevrêya xwe ya ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de li Xakûrkê şehîd bûye, pêk bînin û têkoşîna xwe mezintir bikin.
ÇIRAV CÛDÎ
Hevrêyê me Çirav ê ku bi eslê xwe ji malbateke Sêrtê ye, li Stenbolê ji dayik dibe. Ji ber ku malbata hevrêyê me welatparêz e û ji derdora wan a nêzîk ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re tevlîbûn çêbûne hevrêyê me di zarokatiya xwe de Partiya me nas dike. Hevrêyê me yê ku bi hişmendî û exlaqê Kurdayetiyê mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de eleqeyeke mezin nîşanî Tevgera me dide. Malbata hevrêyê me ji ber hin sedeman neçar dimîne ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike û ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me tim bêriya Kurdistanê bike. Hevrêyê me yê ku hesret û hezkirina xwe ya ji bo Kurdistanê tim bilêv dike, heyranî têkoşîna gerîlayan dibe. Hevrêyê me yê ku diçe dibistanên pergalê, hem di mijara çandî hem jî ya zimanê dayikê de nakokiyan dijî. Ji ber nakokiyên di zarokatiya xwe de tim bi pîvan li nêzî dibistanên pergalê bû. Hevrêyê me yê ku piştî demekê dixwaze alikariya malbata xwe bike, di gelek karan de dixebite. Hevrêyê me yê ku bi keda xwe li ser piyan dimîne û dizane keda xwe biparêze, kesayetiyeke kamil bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li her derê gelekî tê hezkirin û gotinên wî tên guhdarkirin, di ciwantiya xwe de dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me Çirav ê ku dizane ciwantî pêşeroja gel e û partiya me PKK tevgereke ciwanan e, di nava xebatên ciwantiyê de cihê xwe digire. Hevrêyê me yê ku piştre diçe zanîngehê û li wir jî xebatên xwe didomîne, derfetê bi dest dixe ku Partiya me baştir nas bike. Hevrêyê me yê ku bi xwendina materyalên Partiyê rastiya Rêbertiya me û têkoşîna fedaiyane ya gerîlayan nas dike, bi cidîyeteke mezin li nêzî xebatan dibe. Hevrêyê me yê ku ji ber şerê heyî dikeve nava lêpirsînên mezin, bi fêmkirina têkoşîna gerîlayan û fedekariya ji bo parastina destkeftiyên gelê me re îdîaya xwe mezintir dike. Hevrêyê me Çirav ê ku di serdemeke ku dagirker ji bo tasfiyekirina Tevgera me bi topyekûn êrîşî gerîlayan dike de biryarê dide ku tevlî nava refên azadiyê bibe, dev ji zanîngeha xwe û hemû derfetên pergala kapîtalîst berdide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li Herêmên Parastina Medyayê beşdarî perwerdehiyên şervanên nû bû û bi moral û daxwaza hînbûnê di demeke kurt de xwe pêş xist. Hevrêyê me Çirav, da ku felsefeya Apoyî di kûrahiya kesayetiya xwe de bi cih bike, berê xwe da xwendina parastinên Rêberê me. Hevrêyê me Çirav dema ku beşdarî nava refên gerîla bû, li ser gelê me û Tevgera me êrîşên dijwar ên dijmin pêk dihatin. Loma wî berpirsiyariya xwe baş dizanî û beşdariyeke çalak nîşan da. Bi taybet hevrêyên xwe yên ku li herêmên Avaşîn, Zap, Xakurkê û Metînayê di tunelên berxwedanê de şer dikirin ji xwe re kir mînak û roj bi roj hewla mezinkirina têkoşîna xwe da. Hevrêyê me xwe di taktîkên serdema nû ya gerîlatiyê de pêş xist û xwest ji bo pêvajoya şerî bibe bersivek. Dilê hevrêyê me Çirav her tim ligel hevrêyênf wî bû ku li qadên berxwedanê têdikoşiyan. Loma wî daxwzeke mezin xwest here qadên şer lê dijwar. Wî bi tecrubeya xweya taktîkên gerîlatiyê de, tûjbûna xwe ya di pêvanên mîlîtaniya Apoyî de û sekna xwe ya li hember dijminî bawerî da rêhevalên xwe û li ser vê bingehê derbasî herêma Xakurkê bû û têkoşîna xwe li wir domand.
Hevrêyê me Çirav ê ku li gelek qadên Xakûrkê li ber xwe dide, bi taybetî jî di avakirina tûnelên şer de xwedîkedeke mezin e. Hevrêyê me yê ku bi hemû hebûna xwe bawer dike ku dê bi tûnelên şer dijmin were têkbirin, bi keda xwe ya têkildarî vê mijarê ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêyê me Çirav ê ku hevrêtiya xwe ya jidil bi felsefeya jiyanî ya Apoyî re dike yek û hem di jiyanê de û hem jî di şerî de rêz û baweriya hevrêyên xwe bi dest dixe, ji destpêka êrîşên dijmin ên li ser Xakûrkê ve têkoşîneke çalak meşand. Hevrêyê me yê ku bi biryar e terzê şerê gerîlayan li Xakûrkê jî pêk bîne, bi kûrbûnên xwe tim rê nîşanî hevrêyên xwe da. Hevrêyê me yê ku di vê wateyê de li herêma Xakûrkê di gelek çalakiyên li dijî dijmin de xwedî ked û hewleke mezin e, bi gotin û pratîkên xwe karî bibe milîtanekî Apoyî yê jêhatî. Em soza xwe dubare dikim ku em dê bîranîna hevrêyê xwe Çirav ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû, di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin û diyar dikin ku em dê di şexsê wî de ji hemû şehîdên xwe re layiq bin.”