Rêyên vê navçeyê hemû qedexe ne: Xelkê navçeyê asê maye

Rêya navçeya Mukus a bi Wanê re ku qeyûm lê hatiye danîn, bi hinceta 'aşût'ê hatiye girtin. Rêya Xîzanê ku rêya alternatîf e bi gotina 'nabe ku rêwîtiya navbera bajaran lê bê kirin' hate qedexekirin. Ji ber vê jî xelkê Mukusê li navçeyê asê ma.

LI WANÊ NAVÇEYEK ASÊ MAYE

Navçeya Mukusê ku navçeya herî dûrî Wanê ye û bi salan e ji ber berfa zêde têkiliya wê ya bi Wanê re 9 mehan qut dibe, demeke dirêj e bi pirsgirêkeke cuda re mijûl dibe. Li navçeya Mukusê qeyûm hate danîn ku di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de DEM Partiyê şaredarî bi dest xistibû. Piştî ku qeyûm hate tayînkirin pirsgirêkên li naveya Mukusê jî zêde bûn. Li gel daxuyaniyên 'Me tunel çêkir, me Mukus bi Wanê ve girêdan' ên AKP'ê jî çareseriya pirsgirêka çûn û hatinê ya navçeyê li aliyekî, rewş hîn bêhtir nebaş bû. Bi taybetî ji ber felaketa aşûtê ya zivistana 2021'ê têkiliya Mukusê ya bi Wanê re bi temamî qut bû.

RÊYÊN WAN Û XÎZANÊ HATIN QEDEXEKIRIN

Vê zivistanê li gel ku zêde berf nebariya jî Walîtiya Wanê bi hinceta aşûtê rêya bejahî ya Mukus-Wanê li trafîkê girt. Li ser vê yekê xelkê Mukusê di ser navçeya Xîzan a Bedlîsê re xwe gihand Wanê. Lê belê vê carê jî li astengiya jendermeyan rast hat. Jendermeyan diyar kirin ku mînîbusên navçeyê nikare çûn û hatina navbera bajaran bikin û ceza li mînîbusan birîn.

RÊYA ŞAXÊ JÎ QEDEXE YE!

Şêniyên Mukusê ku rêya Xîzanê jî li wan hate girtin, vê carê xwestin rêya bejahî ya Şax-Wanê bi kar bînin lê belê vê carê jî leşkerên qereqola Yûkari Narlica derketin pêşiya wan. Li wê derê jî bi hinceta aşûtê trafîk li mînîbusan hate qedexekirin û cezayê pereyan li mînîbusan hate birîn. Bi vî rengî rê hemû li şêniyên Mukusê hatin girtin.

'NEXWEŞÊN ME HENE, EM NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ'

Şêniyên Mukusê yên li ser mijarê ji me re axivîn gotin, "Cezayekî mezin li navçeya me birîn. Xuya ye ev rewş ji ber encama hilbijartinê ye. Me serî li rayedaran dan lê belê nekarîn encamê bi dest bixin. Em bi rewşeke sosret re rû bi rû ne. Nexweşên me hene, em nikarin bibin nexweşxaneyê. Divê çareseriyek ji vê yekê re bê peydakirin."

Rayedarên ku me xwe gihandin wan jî gotin, "Fêhmkirineke şaş heye. Serlêdana welatiyan hate werirtin û di demeke kurt de wê ev şaşitî ji holê bê rakirin."