KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Tankên Tirk li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin
Hate ragihandin ku dewleta Tirk tankên xwe gihandiye Bendava Dêrelukê ya di bin kontrola PDK'ê de ye û li herêmê bi cih kiriye. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê ragihand ku li Botan û Wanê 3 gerîla şehîd bûne û nasnameya şehîdan eşkere kir. -
Têkoşîna radîkal, şerê gel ê antîfaşîst divê
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku berxwedana gerîla ya bi heybet dewam dike û got, "Nabe ku têkoşîn bi temamî ji gerîla bê hêvîkirin. Gel divê bi rengekî hîn çalak û radîkal têbikoşin. Divê şerê gel ê antîfaşîst bê meşandin." -
8 Kurd ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 8 Kurdên bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. -
Deklarasyona 1'ê Îlonê: Li 3 bajaran li dijî tecrîd û şer dakevin qadan
DEM Partiyê Deklarasyona 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ragihand û li dijî tecrîd, bêedaletî û şer banga daketina qadan -
Hêvî Şanoger di 20'emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
Hunermend Hêvî Şanoger (Gafûr Dogan) di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî li ser gora xwe hate bîranîn. -
HPG: Wesayiteke zirxî û 3 drone hatin îmhakirin
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de wesayiteke leşkerî û 3 drone hatin îmhakirin. -
Dadgeriya Îranê cezayê girtîgehê li ciwanekî Kurd birî
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Metîn hasenî yê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dadgeha Îranê ve bi du sal û nîvan bi cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. -
Rojnamevanan bang kirin ku dawî li sûcên dewleta Tirk bê anîn
Rojnamevanan têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad bang li saziyên eleqeder kirin ku pêşî li sûcên dewleta Tirk bigirin. -
Ji gerîla çalakiyên hewayî
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 2 caran ji hewayê li artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin, derb li 4 konan hate xistin. -
'Eger sîxurî nebe, rojnamevan nayên qetilkirin'
Birayê rojnamevanê şehîd Kawa Germîyanî Karwan Ehmed der barê qetilkirina du rojnamevanên jin de wiha got: “Destekî navxweyî bûye sedem ku ev her du rojnamevan ji aliyê Tirkiyeyê ve bên armanckirin." -
HPG'ê şehîdên Metînayê bi bîr anî
HPG'ê got, "Hevrêyên me Çekdar, Botan û Ozgur ku xwe fedaî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, ji bo kêliyekê jî dudil nebûn û bi fedakarî şer kirin. Di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minet wan bi bîr tînin." -
Seyrangeha Amediyê bi piştgiriya PDK'ê bûye şantiyeya artêşa dagirker
Dewleta Tirk hewl dide sendroma Zapê ji ser xwe biavêje. Li qada Berê Silê ya li rojhilatê Amediyê ku cihekî tûrîstîk e, dewleta Tirk dest bi çêrkirina çeperên ji beton kir. -
Hêro Bahadîn li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamegera şehîd Hêro Bahadîn li ser gora xwe ya li Goristana Qeretoxanê ya bajarê Silêmaniyê hat bibîranîn. -
Bi girseyî serdana şîna Gulîstan Tara hate kirin
Bi girseyî serdana şîna Gulistan Tara ya di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, hate kirin. -
Ji kampên Duhokê 732 Êzidî vegeriyan malên xwe
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 732 koçberên Êzidî ji kampên Dihokê yên di bin kontrola Duhokê de vegeriyan Şengalê. -
Gerîla li Rojavayê Zapê operasyona hewayî li dar xist
Yekîneyeke gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çalakiyeke hewayî li dar xist. -
Li Zap, Metîna û Xakurkê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Xakurkê çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 2 mobesse hatin îmhakirin û derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin. -
Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin
TJA'yê li Amedê qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şermezar kir û got, "Armanc bêdengkirina dengê çapemeniya azad e. Naxwazin sûcên şer ên li Kurdistanê têne kirin bigihêje raya giştî ya cîhanê. Em ê rê nedin vê yekê." -
Dewleta Tirk bombe li gundekî girêdayî Şarbajêr barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Sînkê yê navçeya Şarbajêr a Başûrê Kurdistanê barand. -
130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê ref bi ref li warê xwe vedigerin. Li gorî agahiyan 130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê. -
Jiyana ji Zanîngeha Gaziyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve
Emîne Demîr a neçar dimîne ku xwendina xwe ya li Zanîngeha Gaziyê di niviyê de bihêle, dema ku ji ber karên wê yên Çapemeniya Azad 137 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. -
'Dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û jîngeha Kurdistanê ye'
Li Başûrê Kurdistanê, mamosteyên dînî û parêzeran li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê helwesta xwe nîşan dan û gotin: "Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng nemînin." -
Îbrahîm Êzidî: Çapemeniya Azad şerê mezin ê li Kurdistanê radixe ber çavan
Rojnamevanê Şengalî Îbrahîm Êzidî diyar kir ku Çapemeniya Azad şerê mezin ê li Kurdistanê radixe ber çavan û got: "Çapemeniya desthilatdariyê bêdeng e, Çapemeniya Azad rê li ber planên qirêj ên dagirkeriyê digire û êrîşa li Silêmaniyeyê jî ji ber vê bû." -
Komek ji ciwanan li dijî dagirkerî û xiyanetê tevlî nava refên gerîla bû
Ciwanan ragihandin ku ew li ser esasê banga PKK’ê beşdarî nava refên gerîla bûne.