Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî êrîşên li ser sivîl û xebatkarên tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kolana Hunerê daxuyaniyek da. Gelek pêkhateyên platformê tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Êrîşên li ser sivîl, xebatkarên tenduristiyê û ambulansan sûcê mirovahiyê ye” vekirin û dirûşmeyên “Şer rawestînin, sivîlan biparêzin” hatin berzkirin.
Li ser navê platrormê Hevseroka Sendîka Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Wanê Fîgen Çolakoglû daxuyanî xwend.
Fîgen Çolakoglu da zanîn ku li herêma Tişrînê hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê binpêkirina hiqûqiyê ye û got: “Di êrîşa 28’ê Çileyê ya Tirkiyeyê li ser Sirînê de 6 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. Dîsa rojên borî de di êrîşa SÎHA’yên Tirkiyeyê de sivîl hedef hatin girtin û 3 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Her wiha li 5 ambulansan xistine û du ji wan bêkêr bûne.
Fîgen Çolakoglû bi bîr xits ku ji êrîşên 8’ê Çileyê heta niha 27 sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi sedan birîndar bûne û anî ziman ku ev binpêkirina mafê mirovan a hiqûqa navneteweyî û mirovahiyê ye. Fîgen Çolakoglû da zanîn ku ew bêdengya li dijî êrîşên li ser sivîlan şermezar dikin û wiha got: “Êrîşên li hember Xezeyê sûc tên dîtin lê li dijî êrîşên li ser Tişrînê bêdeng in. Em vê bêdengiyê şermezar dikin. Xebatkarên tenduristiyê divê bên parastin. Em wek platform bang dikin ku êrîş bên rawestandin û hesab bê pirsîn.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.