Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî desteserkirina şaredariya Sêrtê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li dijî rêveberiyên herêmî yên Kurd û Kurdistanê dewam dike. Piştî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Colemêrg, Esenyurt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dersim, Pulur û Miksê îro jî hevşaredara bajarê Sêrtê Sofya Alagaş ji wezîfeyê hate avêtin û li şûna wê qeyûm hate tayînkirin. Rejîma Tirk, ev 11 sal in hevşaredarên di hilbijartinên li Kurdistanê de bi rêjeyeke mezin têne hilbijartin, ji wezîfeyê digre, îradeya gelê Kurd a demokratîk xesp dike û bi awayekî bê hiqûqî rêveberiyên herêmî yên Kurdistanê desteser dike.
Îro li Sêrtê polîsan di saetên siharê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de hevşaredara bajêr Sofya Alagaş ku bi rêjeya piraniya dengan hatibû hilbijartin, bi fermana Wezîrê Karê Hundir ji wezîfeyê hate dûrkirin û ketina meqamê wê hat astengkirin. Hevşaredar Sofya Alagaş, ji aliyê gelê Sêrtê ve bi xebatên hilbijartinê yên rewa hate hilbijartin û dûrxistina wê ji bo welatiyên ku baweriya xwe bi wan anîne, bêhurmetiyek mezin e. Ev kiryar ne tenê guh nade deng û îradeya xelkê, di heman demê de berdewakirina rejîma faşîst û talankere.
Tayînkirina qeyûman li bajarên Kurdistanê, xespkirina îradeya gelê Kurd e, êrîşeke li dijî hemû pîvanên hiqûqî û demokrasiyê ye. Astengkirina avahiyên şaredariyan, girtin û binçavkirina kesên hilbijartî, kiryarên zalimane ne ku pîvanên navneteweyî û prensîbên demokrasî, aştî û azadiyê binpê dike. Em weke KNK van êrîş û kiryaran bi tundî şermezar û mehkum dikin.
Li aliyekê heyet biçin bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin û bi rêya diyalogê ji pirsgirêka Kurd re li çareseriyê bigerin, di heman demê de rayedarên dewleta Tirk bang li Birêz Ocalan dikin ku şer û şîdet raweste, li aliyê din jî êrîş, girtin, kuştin û tayînkirina qeyûman, rewşê şêlo dike û di serê mirovan de guman çêdike.
Dewleta Tirk her ku diçe xwe ji pîvanên navneteweyî dûr dixe. Mixabin hêzên Cihanî û saziyên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û aborî bêdeng in. Bêdengiya NY (Neteweyên Yekbûyî), YE (Yekîtîya Ewropa), KE (Konseya Ewropayê) û saziyên weke wan, cesaretê dide rejîma faşîst a AKP-MHP’ê. Em bang li hêzên demokratîk û hemû saziyên navneteweyî dikin ku li hember van kiryaran bê deng nemînin û li dijî vê bêhiqûqî û bêedaletiyê derkevin.
Em bang li hemû şaredarî û şaredarên demokrat ên cîhanê dikin ku li dijî vê ferzkirina bêhiqûqî rawest in, bi şaredar û şaredariyên Kurdistanê re bibin hevkar.
Em bang dikin ku demildest ev kiryar bêne rawestandin, qeyûm bêne rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser wezîfeyên xwe yên rewa. Divê vîna gel û mafên demokratîk ên destûrî bi ser bikeve.
Mafê xwerêveberiyê esas e û em ê hilweşandina nirxên demokratîk qebûl nekin. Li hember vê bêedaletiyê gelê Kurd gav paşde naavêje; em ê di mafê xwe yê çarenûsî, demokrasî û îradeya azad de israr bikin.
Em bang li gelê Kurd û muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê dikin ku vê bêedaletiyê qebûl nekin, rabin ser piya û li hember vê bê hiqûqiyê rawestin û van şaredariya paşde bistînin.”