Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!

Xelkê Sêrtê li dijî desteserkirina şaredariyê meşiya û diyar kir ku wê bi berxwedanê bi ser bikeve.

DARBEYA QEYÛM

Li dijî desteserkirina Şaredariya Sêrtê, çalakiya li bajêr dewam dike. Girseya gel li taxa Gapê li hev kom bû, li vê derê govend gerand û piştre ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li ber avahiya şaredariyê bibe meşiya.

Di meşê de pankarta bi nivîsa "Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e" hate hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Tişrînê", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û dikandaran jî bi çepik, tilîlî, nîşaneya serketinê û dirûşman piştgirî dan çalakiyê.

Girseya gel piştre bi dirûşmên "Qeyûm diz e", "Qeyûm wê biçe, gel wê bê" tevlî nobeda li ber avahiya şaredariyê bû.