Parêzvanên maf banga berdana Epozdemîr kirin
Baroya Amedê, şaxên OHD û ÎHD’ê yên Amedê xwestin parêzer Firat Epozdemîr ê ku di 23’yê Çileyê de piştî hat binçavkirin hat girtin, bê berdan.
Baroya Amedê, şaxên OHD û ÎHD’ê yên Amedê xwestin parêzer Firat Epozdemîr ê ku di 23’yê Çileyê de piştî hat binçavkirin hat girtin, bê berdan.
Baroya Amedê, Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ku hejmareke zêde ya parêzeran amade bûn de hat xwestin ku endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr ê di 23'yê Çileyê de hat binçavkirin û girtin serbest bê berdan.
Erhan Demîr li hemberî sûcdariyên bi armanca bêîtîbarkirina pîşeyê hiqûqî nerazîbûn nîşan da û got, "Ev yek parçeyek ji hewldana sîstematîk a ji bo bêdengkirina parastinê û zexta li ser baroyan e."
Erhan Demîr, diyar kir ku divê tavilê parêzer Firat Epozdemîr bê berdan û li hemberî van pêkanînên bêhiqûqî gavên pêwîst bên avêtin.