Li Dihokê, ji ber parvekirina Facebookê cezayê girtîgehê li rojnamegerekî birîn

Dadgeha bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber parvekirina Facebookê cezayê girtîgehê li rojnamegerê bi navê Umêd Beroşkî birî.

Li gor agahiyên hatine wergirtin, rojnameger Umêd Beroşkî di encama darizandina ji dosyayekê de ji aliyê dadgeha Duhokê ve bi 6 meh cezayê girtîgehê ve hat cezadarkirin.
Hinceta vê mehkûmiyetê wekî parvekirina wî ya li ser Facebookê ku tê de daxwaza serbestberdana Qehreman Şukru û girtiyên Behdînanî dikir, hat nîşandan.
Lijneya Dadgehê Umêd Beroşkî bi "bikaranîna amûrên ragihandinê ji bo xirabiyê" tewanbar kir.
Beroşkî berî niha jî ji ber çend hincetên cuda hatibû binçavkirin.