Dewleta Tirk gundekî li sînorê Zaxoyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şilîni ya li sînorê Zaxoyê bombebaran kir Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de malek hatiye hilweşandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şilîni ya li sînorê Zaxoyê bombebaran kir Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de malek hatiye hilweşandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şilîni ya li sînorê bajarokê Batûfa ya girêdayî Zaxo ya ser bi Dihokê bombebaran kir.
Nehat zanîn ku di encama bombebaranê de windahiya canî heye yan ne û hate diyarkirin ku malek hilweşiyaye û zira gihiştiye bîstanên welatiyan.
Dewleta Tirk a dagirker di rojên dawî de tevî qadên gerîlayan gundên Amediyê, Dêrelok û Bergarê ji hewayî û bejahî bombebaran dike.