KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sînemager û Şanoger: Em ê dengê Bavê Teyar bilindtir bikin
Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şanoya Bajêr a Amedê têkildarî qetilkirina Bavê Teyar daxuyanî dan û gotin: “Em ê xwedî li mîrateya hunermendê gel Cûma Xelîl ku temenekî bi hunerê, tekoşînê û berxwedanê tije bû derkevin.” -
Şengalî ji bo Rojava meşiyan
Li Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bi armanca piştgirîdayîna berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi pêşengiya gelê Kurd, meşeke girseyî li Sinûnê hate lidarxistin. -
‘Divê gelê Kurd xwedî li Rojava derbikeve’
Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku dewleta Tirk li aliyekê qala aştiyê dike û li aliyê din êrîşên xwe berfireh dike. Bang li tevahî gelê Kurd kirin ku xwedî li Rojava derbikevin. -
Şahîn: Êrîşên dewleta Tirk divê bêne rawestandin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku divê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Rojava tavilê bêne rawestandin û got, "Êrîş nayên qebûlkirin." -
Dilzar Dîlok: Divê zimanê bi jehr bê terikandin
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok bikaranîna zimanê înkarê rexne kir û diyar kir ku divê siyaset bi rengekî hevgirtî bê meşandin. Dîlok destnîşan kir ku desthilatdarî û medya divê zimanê bi jehr biterikînin. -
Îran di nava salekî de 51 kolberên Kurd qetil kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê di sala 2024’an de 51 kolberên Kurd qetil kirine û 240 kolber jî birîndar birîndar kirine. -
Li Amedê ji bo şehîd Rûgeş Zinar merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Ji bo Rûgeş Zinar (Sadûn Tûtmaz) ê ku li Zapê şehîd û nasnameya wî di rojên derbasbûyî de ji aliyê HPG’ê ve hate eşkerekirin, merasîma sersaxî û bîranînê hate lidarxistin. -
Êrîşên li ser Tişrînê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê li Şirnex û Mêrdînê hatin şermezarkirin. -
KCK: Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me!
KCK’ê têkildarî hevdîtinên şandeya Îmraliyê daxuyanî da û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.” -
Li Îdirê gel li dijî dagirkeriyê meşiya
Li Îdirê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin. -
HPG: Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê, li Zap û Metîna çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, konteynirek, konek, çeperek û fotokapanek hat îmhakirin. -
HPG’ê Çekdar Goyî bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got, “Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, sade û dirûst bû milîtanekî Apoyî yê mînak.” -
Gelê Mexmûrê ji bo Rojava meşiya
Li Mexmûrê ji bo şermezarkirin dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û silavkirina berxwedêrên Bendava Tişrînê meşek hat lidarxistin. -
Munîra Qazî: Xeyalê bavê min li Rojava pêk hat
Keça Serokê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mihemed Munîra Qazî got, "Xeyalê bavê min li Rojavayê Kurdistanê pêk hat." -
DFG û MKG'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser rojnamevanan dan
DFG û MKG'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirin û zexta li ser rojnamevanan dan û diyar kirin ku desthilatdarî sûcê şer dike. -
Navê Şerzan wê di çîrokên lehengiyê de bê bîranîn!
Şehîd Şerzan Herekol bi jiyan û têkoşîna xwe navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka berxwedanê ya PKK'ê nivîsî. Navê wî di çîrokên lehengiyê de wê timî bê bîranîn. -
'Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê atmosfereke baweriyê biafire'
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray anî ziman ku gelê kurd êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwaze û got, "Pêkhatina azadiya Birêz Ocalan wê ji bo aştiyê bibe gaveke girîng. Eger desthilatdarî vê bike wê atmosfereke baweriyê biafire." -
Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir
Hate zanîn ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ku ji bo hevdîtina bi aliyên Kurd re çûbû Hewlêrê, bi Serokê PDK’ê Mesût Barzanî re hevdîtinek pêk aniye. -
Tulay Hatîmogûllari: Divê azadî û ewlehiya Ocalan bê dabînkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ji bo çareseriyê daxwaza dabîkirina azadî û ewlehiya Ocalan kir. -
Şehîd Mîtra jiyaneke ji berxwedanê li pey xwe hişt...
Gerîla Mîtra Manî ku 6'ê Cotmeha 2024'an li herêma Xakurkê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, jiyaneke ji berxwedanê û stranên azadiyê li pey xwe hişt. -
HPG'ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Bi pêşengiya şehîdên xwe, em ê meşa xwe ya ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê teqez bi ser bixînin." -
Adalet Kaya: Desthilatdar dixwaze şaredariyan krîmînalîze bike
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya got, desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze şaredariyan krîmînalîze bike û bang li hemû beşên civakê kir ku li dijî kiryarên antî demokratîk têkoşîna hevpar mezin bikin. -
Hêzên gerîla ji hewayê ve li dagirkeran xistin
HPG'ê diyar kir ku Yekîneya Şehîd Axîn Mûş li Zap û Xakurkê ji hewayê li dagirkeran xist. Di çalakiyan de li sîstemeke radarê, çeperek, tankek û konteynirekê hate xistin. -
Ji keleha Mamreşo heta tunelên Tişrîn û Qereqozaxê berxwedan
Sekna Serhedan, Zinarînan di sengerên çiyayan de çi be, sekna Harûn û Bêrîtanan jî di tunelên Rojava de heman sekne û heman rihe. Lewma wê encam bi qasî sekna wan wê bi rûmet û bi heybet be. -
Di her gava têkoşînê de xeta Zîlan ji xwe re kir esas
Hevala Roza, lehengî û fedakariya te ewqasî mezin e ku gotin têra vegotina wê nake. Wêrekî, hewldan, ked û felsefeya te ya jiyanê wê di helbestan de bi wate bibe.