Li Amedê 2 kes hatin girtin û li Farqînê 2 kes hatin binçavkirin
2 kesên ku di 26’ê Çileyê de li Amedê hatibûn binçavkirin, hatin girtin û li navçeya Farqînê jî Aysel Yapici û Umît Okşamak hatin binçavkirin.
2 kesên ku di 26’ê Çileyê de li Amedê hatibûn binçavkirin, hatin girtin û li navçeya Farqînê jî Aysel Yapici û Umît Okşamak hatin binçavkirin.
Li Amedê di 26’ê Çileyê de di encama serdegirtina malan de Mûstafa Ekîcî, Arda Eryilmaz, Mûrat Ogut, Seyît Remzî Guneş û Mehmet Işik hatibûn binçavkirin. Îro îfadeya van 5 kesan hate girtin bi hinceta ‘sûckirina li ser navê rêxistinê’ bi daxwaza girtinê ji dadgeriyê re hatin sewqkirin. Dadgeriyê derheqê Mûrat Ogut û Seyît Remzî Guneş de ku bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, biryara girtinê da. Mûstafa Ekîcî, Arda Eryilmaz û Mehmet Işik jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
LI FARQÎNÊ JÎ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Îro danê sibehê li navçeya Farqîn a Amedê jî Aysel Yapici û Umît Okşamak hatin binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birine Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û derheqê her du kesan de biryara ‘’nedîtina parêzer’’ hatiye dayîn.