Gelê Sêrtê qeyûm şermezar dike
Çalakiya Nobedê ya li Sêrtê ku li dijî desteserkirina şaredariyê destpê kir, di roja duuyemîn de ye. Li gel dorpêça polîsan jî çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya şaredariyê dewam dike.
Çalakiya Nobedê ya li Sêrtê ku li dijî desteserkirina şaredariyê destpê kir, di roja duuyemîn de ye. Li gel dorpêça polîsan jî çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya şaredariyê dewam dike.
Girseya ge li ber avahiya DEM Partiyê li hev kom bû û bi dirûşman ber bi avahiya şaredariyê ve meşiya.
Çalakgerên ku dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan, li astengiya polîsan rast hatin. Lê belê li ser berxwedana bi biryar a girseyê bendên polîsan hatin rakirin.
Girseya gel li ber avahiya şaredariyê tayînkirina qeyûm şermezar kir û li ber tilîliyan sirûda 'Herne Pêş' demeke dirêj got.
Çalakiya nobedê ya gel û berxwedana li ber şaredariyê dewam dike.