Baroya Wanê û OHD'yê, girtina Firat Epozdemîr protesto kir

Baroya Wanê û Şaxa Wanê ya OHD'yê girtina endamê Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr li pêşiya dadgeha Wanê bi daxuyaniyekê protesto kir.

Çalakî bi tevlîbûna Hevseroka Komaleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û gelek parêzeran ve pêk hat. Di çalakiyê de bi dirûşmeyên, "parastin bêdeng nebû û wê bêdeng nebe" û "Baroya Stenbolê tenê nîne" daxwaza darizandina adilane hat kirin.

Hevserokê Şaxa OHD'yê ya Wanê Mûrat Ozçîçek anî ziman ku tewanbariyên ku li Epozdemîr tên kirin li dijî rêgezên dewleta hiqûqî ne.

Ozçîçek balkişand ser krîmînalîzekirina pratîkên Epozdemîr ên pîşeyî û  ev biryara girtinê wek "biryarên şexsî û bi awayekî sîstematîk daxwaza bêîtîbarkirina meqama parastinê" pênase kir.

Ozçîçek anî ziman fikrên ku Epozdemîr di civînên navnetewî de anîne ziman, kirine mijara sûcdarkirinê û ev biryar wek, "tunehesibandina azadiya ramanî û dijberiya hiqûqê" bi lêv kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku daraz bûye amûrekî zextê, biryarên bi vî rengî parastinê qels dikin û pergala dadê ber bi rûxandinê ve dikişînin. Baroya Wanê û OHD'yê ji bo êrîşên li hemberî hiqûqê û mafparêzan banga têkoşîna hevpar kir.