KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Piştî 5 salan Rojnameya Hawalê dîsan dest bi weşanê dike
Rojnameya Hawalê ku yek ji rojnameyên Kerkûkê ye, piştî 5 salan dîsa dest bi weşanê kir. Rojname bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî tê weşandin. -
HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çalakiyên li Zap û Metînayê lidar xistin de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin, derb li çeperekî hate xistin. -
Sinûr Gelawêj: Dîrok dê malbata Barzanî efû neke
Sinûr Gelawêj li ser tecrîda Îmraliyê û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî axivî û got: “Divê gelê rojhilatê Kurdistanê bibe dengê Rêber Apo, divê em ji tu tiştî netirsin, dijmin nikare me bitirsîne.” -
Gerîla di serketinê de bi biryar in
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiyên xwe didomînin. Gerîla bi van çalakiyên xwe ve derbeyên têkçûnê li dewleta Tirk ya dagirker didin. -
HPG: li Zapê 4 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 caran ji hewayî li baragehên leşkerên Tirk ên dagirker xist. -
Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Wanê bi ser malekî de girt û 3 kes binçav kirin. -
Nasnameya 2 şehîdan hat eşkerekirin
HPG’ê diyar kir ku 2 gerîlayên YJA Starê 16’ê Hezîranê şehîd bûn û got: “Bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêla ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin.” -
Hevrêyên Canfeda tirsê dixin dilê dijmin
Hevrêyên Canfeda bi ruhê wî, bi îradeyeke mezin û bi fedekarî li dijî dijmin berxwedana xwe ya bi heybet mezin dikin. -
Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê: Postê bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e
Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser rewşa Kerkûkê civiyan û ragihandin ku ew hemû li ser wê yekê hemfikir in ku postê bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e û divê ji bo Kurdan be. -
Dagirkerî û xiyanet li Mêrdînê hate şermezarkirin
Êrîşên Dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê, li Mêrdînê hatin şermezarkirin. -
Gendeliyek din a Barzaniyan derket holê
Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku niha li deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê du caran bac ji wesayîtên barhilgir tên girtin, yek ji bo Iraqê, ya din jî diçe berîka berpirsên herêmê. -
Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê di 2’yemîn Kongreya Asayî de rêveberiya nû diyar kir. Di kongreyê de peyama “Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî, tecrîdê bişikînin.” -
Îro 130 malbat vegeriyan Şengalê
Îro ji kampa keberto ya ser bi parêzgeha Duhokê ve 130 malbatên koçber ên Şengalê vegeriyan ser cih û warên xwe. -
Li Mexmûrê salvegera çalakiya nobetê
Li Mexmûrê di salvegera çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin de, şahî hat lidarxistin. -
YRK’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Fermandariya YRK’ê diyar kir ku 3 hevrêyên wan 14’ê Tîrmehê li Pêncewînê dema li ser erka xwe bûn, di êrîşa balafiran de şehîd bûn û got: “Em soz didin ku em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin û teqez xeyalên wan pêk bînin.” -
271 roj in Silêman Ehmed nayê berdan
Rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, 271 roj in girtî ye. -
Çalakiya li Mexmûrê salek li pey xwe hişt
Çalakvanên bi navê Ezîma Avyanî û Sedîq Heştanî diyar kirin ku e wê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha gotin: “Dagirkerî û xiyaneta tê meşandin jî, girêdana xwe bi tecrîdê re heye.” -
Şervana ji Girê Cûdî hatî: Ez bi hevalên xwe re dijîm
Şervana ji Girê Cûdî hatî dibêje, “Ez bi hevalên xwe re dijîm. Ji ber ku dijmin madeyên kîmyewî bikar anî hevalên min porê xwe birîn. Porê min zêde ne dirêj bû, lê ji bo piştgiriyê min jî birî. Ev navenda rastiyan e." -
Êrîşên dagirkeriyê û xiyanet li gelek navendan hatin protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê li Şirnex û Enqereyê hatin protestokirin Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku wê xiyaneta PDK’ê neyê jibîrkirin. -
Li Kerkûkê şehîd Soran Mame Heme hate bîranîn
Şehîdê pênûsê, Soran Mame Heme di 16’emîn salvegera qetilkirina xwe de ku bi destê PDK û malbata Barzanî hatibû qetilkirin, li Kerkûkê hate bîranîn. -
Qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn: Komkujiya hevpar a dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bû
Qurbaniyên Pirsûsê yên ku bi hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê hatin qetilkirin, li Pirsûsê hatin bîranîn. -
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê hate binçavkirin
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn hate binçavkirin. -
Li Amed û Êlihê ji bo xizmên windayan daxwaza edaletê
Xizmên windayan û endamên ÎHDê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê hatin ba hev. -
Cenazeyê girtiyê 30 salan hate veşartin
Girtiyê 30 salan Mehmet Alî Yaşa yê ku dema li ber mirinê bû ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hatibû berdan, ji bo tedawiyê çû Fînlandiyayê û li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alî Yaşa li Amedê hate veşartin. -
HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Geverê, Metîna û Zapê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin.