Şewata li Mehsertê hate vemirandin

Şewata ku doh êvarê li herêma Omerya ya Mêrdînê rû da, hate kontrolkirin.

ŞEWATA DARISTANAN

Li qadeke navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ku li herêma Omeryayê ye, doh êvarê agir bi daristanê ket. Gundiyan hewl dan şewatê vemirînin û agahî dan arkujiyê û û Midûriyeta Daristanê. Li ser vê yekê tîmên ji bo vemirandina şewatê hatin şandin.

Şewat bi bandora bê belav bû û heta derengiya şevê dewam kir. Ber bi sibehê ve şewat hate vemirandin û qadeke ji dehan donimî ya daristanî şewitî.

Li herêma şewatê hewldanên ji bo cemidandinê dewam dike.