Li Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 706’an de ye
Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi koma 138’an di roja 706’an de didome.
Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi koma 138’an di roja 706’an de didome.
Çalakiya nobetê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatibû destpêkirin, bi koma 138’an, di roja 706’an de de bi biryardariyek xurt didome.
Duh êvarî merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, bi amade bûna çalekvanan û xelkê wargehê re bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên doza Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 138’an Gulîzar Repinî axivî.
Gulîzar Repinî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wiha got: “Armanca me fîzîkî azad kirina Rêbertiye, heta em Rêberê xwe azad nekin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Em serkeftin ji koma nû re dixwazin.”
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.