KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Heyetên KNK û PJAK'ê hevdîtin kirin
Heyeta KNK'ê di çarçoveya karên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û yekîtiya navbera partiyên siyasî de bi PJAK'ê re hevdîtin kir. -
Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe
Dilxwaz Germiyan ku li ser xeta Şehîd Helmet û Viyan tevlî têkoşînê bû, bi berxwedan û biryardariya xwe ya xurt nîşan da ku ruhê neteweyî û hestên welatparêziyê ti carî li vî warî tine nabin. -
Akay: Nabe ku pêvajoya aştiyê di çarçoveya girtiyên nexweş de bê nirxandin
Soydan Akay ku piştî 32 salan hate berdan, anî ziman ku pêvajoya aştiyê divê bi perspektîfeke demokratîkbûnê ya berfireh bê nirxandin û got, “Ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye.” -
KCK: Ji ber ewlekariyê wê rojnamevan li qada merasîmê ne amade bin
Buroya Enformasyonê ya KCK'ê ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî qada merasîma ku gerîla li Başûrê Kurdistanê li dar bixe nebin. -
Vedat Aydin di 34'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
Serokê HEP'ê yê Amed Vedat Aydin di 34'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. -
Zor û zehmetiya li nava zeviyan destpê kir
Jin ên kedkar ku li nava erdan di nava germa ji 45 pileyî de dixebitin, anîn ziman ku muçeyê wan piştî çend mehan hate dayin û ev pere têra tiştekî nake, lewma nerazîbûn nîşanî pergala mêtingeriyê dan. -
Jiyanek ji bo azadiyê: Şehîd Armanc Azadî
Çepera wê qîrîna azadiyê ye, berxwedêriya wê jî bedewiya wê ye. Ev çeper rêyeke ku wê bigihîne asta herî bilind a fedaîtiyê. Ji ber vê yekê çepera xwe diparêze. Bi vê têgihiştinê nêzî her roja xwe dibe û zor û zehmetî ti carî nikare wê bitirsîne. -
Li Amedê di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
Komxebata ji aliyê Şaredariya Peyas a Amedê ve hatî lidarxistin, di roja 2’yan de dewam dike. -
Li Amedê komxebata ciwanan tê lidarxistin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li Amedê komxebata 'Bi ciwanên pêşeng re ber bi civaka demokratîk' lidar xist. -
Tirkiyeyê qedexeya seferên ber bi Silêmaniyeyê ve ji bo sê mehên din dirêj kir
Tirkiyeyê qedexeya seferên ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê careke din ji bo 3 meha dirêj kir. -
Ji bo rojnamevanên ku daxuyaniya gerîla bişopînin navnîşan hate eşkerekirin
Ji bo rojnamevanan û saziyên çapemeniyê yên ku dixwazin daxuyaniya komek ji gerîla ya rojên bê bişopîne, navnîşan hate eşkerekirin. -
KCK'ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiye weşand
KCK'ê got, "Bila serê malbat, zarok, dostên wî û xelkê Amediyê sax be." -
YRK'ê nasnameya 3 şehîdên HPJ'ê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got, “Bûn nimûneya sekna jina azad û mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan.” -
Fermandarê şerê Şengalê: Cîger Goyî
Cîger Goyî yek ji fermandarên destpêkê bû ku berê xwe da Şengalê. Wê rê nîşan da, şer koordîne kir, plan kir; barê herî giran hilgirt û rola xwe diyarker bû. -
DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
Şandeya DEM Partiyê li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’ê, serdana Şaredariya Semsûrê ya CHP’ê kir. -
Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan çalakiyên xwe yên “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin. Xizmên windayan vê hefteyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev. -
HPG-NRÇ: Ew ê her tim di dilê gelê me de bijîn
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir û got, “Hevrêyên me her tim wê dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijîn.” -
Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê
Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut got, "Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazarê, ev yek derexlaqî ye." -
Agir bi qada daristanî ya Omeryayê ket
Li herêma Omerya ya Mêrdînê ji ber çirûska ji dîrekê elektrîkê agir bi qada daristanî ket. -
Li Gabarê şewat
Li Çiyayê Gabarê, li herêma ku bi hinceta 'ewlekariyê' hatiye qedexekirin, agir bi daristanê ket. -
'Civînên Civaka Demokratîk' dewam dikin
Di çarçoveya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo de li Şirnex û Mêrdîn 'Civînên Civaka Demokratîk' hatin lidarxistin. -
Sozdar Avesta: Di vê demê de wê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin - NÛ BÛ
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta şehîdên meha Hezîranê û Alî Haydar Kaytan ê 3’ê Tîrmeha 2018’an şehîd bû bi bîr anî û got, di vê pêvajoyê de wê Tevgera Azadiyê li ser xeta şehîdan têkoşînê bimeşîne. -
Zeynep Dûrgût: Gef li me tê xwarin, ji ber ku me rastî raxist pêş çavan
Rojnamevan Zeynep Dûrgût ku malbata Kenan Tatar ê ku ji doza ‘Çeteya Fûhûşê’ tê darizandin gef lê xwar, anî ziman ku rojnamevanên rewşa riziyayî û heqîqetê radixin pêş çavan, di vê dema antî demokratîk de timî dibin hedef. -
Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat
Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê Mûsa Kaya ku li Zapê tevlî karwanê şehîdan bibû, seredaneke girseyî pêk hat. Bavê şehîd Mehmet Alî Kaya got: “Ji bo rûmet û şerefa gelê Kurd canê xwe feda kir. Ez serbilind im.’’ -
Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin
Hate ragihandin ku di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên girêdayî navçeya Pirdê ya Mûsilê de cotkarekî Kurd ji aliyê sê çekdaran ve hate revandin ku tê texmînkirin endamên DAIŞ’ê ne.