Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ji bo dîtina Rêber Apo serî li Wezareta Edaletê dan.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ji bo karibin rû bi rû hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin serî li Wezareta Edaletê dan.

Di daxwaznameyê de ku ji aliyê Bakirhan ve hate kirin, hate gotin, "Li gel Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari Orûç em dixwazin hevdîtineke vekirî bi Abdullah Ocalan re bikin ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin. Em dixwazin di vê mijarê de destûr bê dayin."