Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike
Kongreya 1'emîn a Koalîsyona Jinê ya Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur (NADA) li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê di roja duyemîn de ye.
Kongreya 1'emîn a Koalîsyona Jinê ya Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur (NADA) li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê di roja duyemîn de ye.
Kongre ji bo parvekirina tecrûbeyên têkoşîna hevpar a jinan û nîqaşkirina lêgerînên çareseriya herêmî di 15'ê Gulanê de roja Pêncşemê bi coşeke mezin destpê kir.
Di rûniştinên roja destpêkê de bi giranî nîqaşên teorîk hatin kirin, nûnerên jin ên ji welatên cuda tecrûbeyên xwe yên li ser berxwedanê pêşkêş kirin. Rûniştin bi nîqaşên çalak ên beşdaran dewam kirin.
Roja duyemîn a kongreyê giranî da ser karên atolyeyê û pêşniyarên çareseriyê. Di bernameya rûniştina destpêkê ya rojê de zor û zehmetiyên têkoşîna jinê û firsendên di vê têkoşînê de hatin nîqaşkirin.
Rola rêxistinên jinan, girîngiya tifaqên jinê yên li hemberî tifaqên baviksalar û neolîberal, sîstemên xweparastinê yên jinê hatin nirxandin.
Piştî nîvro jî mijarên pêngavên siyasî yên jinan di nava şert û mercên şerê cîhanê yê sêyemîn de, di avakirina civaka demokratîk û aştiyê de rola jinan, şoreşa jinê û cihê jinan di nava NADA'yê di nava konfederalîzma jinê ya demokratîk de hatin nîqaşkirin.
Panel piştî pêşkêşiyan wê bi nîqaşan hewl bide xeta têkoşîna hevpar xurt bike.
Kongre wê danê êvarê bi beşdariya jinên ji çar parçeyên Kurdistanê bi çalakiya hunerî dewam bike.