Li Hesekê bi hezaran jin ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li Hesekê bi hezaran jinên ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hev civiyan peyama, “Bêyî azadiya Rêber Apo, azadî û aramî pêk nayê” dan.

AZADÎ JI BO RÊBER APO

Bi pêşengiya rêxistina Kongra Star a bajarê Hesekê, bi hezaran ji jinên Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Til Temir,Til Birak, Hol, Zirgan û kampên Serêkaniyê û Waşûkanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  meşeke girseyî li dar xist. Beşdaran wêneyên Rêber Apo û alên Kongra Star hildan.

Meş ji Çerxerêya Marşo ya bajar dest pê kir. Piştî ku meşvan gihaştin Qada Azadiyê deqeyekê rêz girtin. Piştire endama Kongra Star a bajarê Hesekê Welîde Botî axivî û wiha got: "Em silavan ji Rêber Apo re dişînin. 26 sal in li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî dike. Destkeftiyên ku jinan îro bi dest xistine bi saya Rêber Apo ne. Em ê jî xwedî li wan destkeftiyan derkevin û heya Rêberê me bi fîzîkî azad nebe, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

Dure ji Koordînasyon Kongra Star a Hesekê Bedriya Hisen diyar kir ku bêyî azadiya fîzkî ya Rêber Apo azadî û aramî mîsoger nabe û wiha got: "Hêzên komploger xwest vîna jinan bişkînin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo her jinekê Îmraliyê kir dibistan."

Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.