KJAR’ê ji bo çalakiya ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ banga tevlîbûnê kir
KJAR’ê, ji bo çalakiya ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ ku wê di 3’yê Gulanê de bê lidar xistin, bang li hemû jinên azadîxwaz kir ku beşdar bibin.
KJAR’ê, ji bo çalakiya ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ ku wê di 3’yê Gulanê de bê lidar xistin, bang li hemû jinên azadîxwaz kir ku beşdar bibin.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ û got ku berxwedana ku gelê Kurd û bi taybetî jî jin li derdora paradîgmaya azadiyê ya ku bi fikrê Rêber Apo ava kiriye, îro li Rojhilata Navîn bingehê jiyaneke nû, wekhevî û aşitiyê datîne. KJAR’ê got, çalakiya “Diyalogên bi jiyana azad re” ku wê 3’yê Gulan de bê lidarxistin, îfadeya şênber a vê îradeya çareseriyê û banga azadiyê ye.
Daxuyaniya KJAR’ê bi vî rengî ye:
“Di demek wisa de, em rojên germ ê têkoşîna azadiyê derbas dikin ku êrîşên pergala mêr a serdest li her deverekî vê erdnîgariyê, her ku diçe zêde dibe. Êrîşên ku nav û şêwazê xwe her çiqas jî were guhertin, lê ruh, hest, nasname û hebûnê civak û bi taybetî jî jinan armanc dike. Di welatek weke Kurdistan, ku dagirkerî bi salane li ser tê meşandin, ev êrîş hîn dijwartir tê meşandin. Ji ber ku ev welat, xwedî dîrok, çand û civakeke ku heya roja îro gelek nirx û deskeftî ji mirovahî re ava kiriye. Pergala mêr a serdest, gelek hewl da, bi rêbazên ‘parçe bike û rêvebibe’ gelek pîvan û nirxên civakî, di kesayetiya jinan de, ji holê rabike û bi vê re pêşî li jiyana bi wate û binirx bigre.
Lê gelek girînge ku tevî ewqas êrîşên’netewperestî’ olperestî’ û zayendperestî, em dibînin ku rojane têkoşîna Kurdistanî di pêşengtiya jinan de bi hêztir dibe, Lê divê baş were zanîn ku ev yek rê li ber geşbûna têkoşîna jinan di astê netewî û navneteweyî vekir, fikir û felsefa Rêber Apo bû. Di nav 52 sal a têkoşîna Tevgera Apoyî de, carek din misoger bû ku tevî hemû êrîşên dijwar jî, wê gelê Kurd ne tenê tine nabe, di heman demê de bi berxwedan û têkoşîna xwe, jiyanek bi wate ji bo xwe û gelek neteweyên din ava bikin. Di nava vê 52 sal a têkoşînê de, Rêber Apo berdewam têkoşîna jiyanek azad, demokratîk û bi nirx da meşandin. Ev yek ne tenê ji bo civak û jinên Kurd, di heman demê de ji bo hemû cîhanê kir û bû çavkaniya moral û hêviyê. Di nava ev nîv sedsalê de, her çiqas dewlet û pergalasermayedarî, zemîna pevçûn, şer û kûrkirina pirsgirêkan ava kirin jî, lê gelê Kurd û bi taybetî jinan bi paradîgmaya Rêber Apo hewl da ku zemîna hevgirtin, bi hevre jiyîn, jiyanek azad û demokratîk pêş bixin. Ev têkoşîna azadîxwazane di jinan de hîn pirrengtire, ji ber ku bi fikir û felsefeya’ JIN JIYAN AZADÎ’ jin dikarî xwe û civakê xwe jî azad bike. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û serhildana ‘JIN JIYAN AZADÎ’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê mînaka berçav a daxwaza azadiya civak li ser bingeha azadiya jinan e.
Ger carek din, dîrokê bi awayek rast bixwînin û rewşa êrîş û her wiha têkoşînê li ber çav derbas bikin, wê bê dîtin ku tekane rêya çareserî ji bo pirsgirêkan, derbas kirina rêgezperstî, olperestî û netewperestiye. Û ev yek bi sosyalîsmê re misoger dibe. Ava kirina pergala Konfedralîzmê jî, bi avakirina kesayetiyek sosyalîst re pêkan e. RêberApo di têkoşîna 52 salan de vê yekê nîşanî her kesî da! Ji ber vê yekê em dibînin, li her deverê mijarê azadiya Rêber Apo dibe rojevê azadîxwazan.
Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ yek ji wan çalakiyan bu ku rojevên gelek girîng çêkir û hîn ji bi awayekî xurt didome. Pîrozbahiya 8 Adarê, Newroz û her wiha pêşwaziya ji nameya Rêber Apo re nîşan da ku jinan ji her demî zêdetir pêwîstiya xwe bi avakirina jiyana azad û demokratîk dibînin û ev yek jî bi hevgirtin wê çê bibe. Têkoşîna jinan di Kurdistanê de, nîşan da ku bi xwendin, nasîn û fêmkirina Rêber Apo re, wê têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî bi encam bibe. Ji ber vê yekê di vê demê hestiyar de, di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ di 3'yê Gulanê de bi navê 'Diyalogên bi jiyana azad re' kar û çalakî werine meşandin. Jinên Kurd bi pêşengtî û pêkanîna çalakiyên curbicur re, fikr û felsefa jiyana azad bi her kesî bidin nasîn. Li ser vê bingehê, weke KJAR’ê em bang li hemû jinên azadîxwaz, kesayetiyên têkoşer dikin ku beşdarî çalakiyên vê rojê bibin.”