Jinên li Hamburgê ji bo rojbûna Rêber Apo meşiyan
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn ji bo rojbûna Rêber Apo li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi meşeke girseyî hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn ji bo rojbûna Rêber Apo li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi meşeke girseyî hat lidarxistin.
Gelek kes li ser banga Meclisa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê li Monckebergstraße kom bûn û heta Qada Gansemarktê meşiyan. Di meşê de posterê Rêber Apo, pankarta "Rojbûna te rojbûna me ye" û alên TEV-DEM, YJK-E hatin hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" berz kirin.
DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN
Piştî girse gihîşt qada Gansemarktê li wir daxuyanî hat dayin. Li ser navê Meclisa Jinê ya Rojbînê Roza Jiyan axivî û diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest were rakirin û wiha got: "Em ê vê felsefeyê zindî bihêlin. Mînaka vê ya herî berbiçav Rojava ye. Bi milyonan paradîgmaya Rêbertiyê diparêzin."
Roza Jiyan wiha domand: “Heta ku Rêbertî azad nebe li Tirkiye û Rojhilata Navîn aşitî û demokrasî pêk nayê. Çareserî bi Birêz Ocalan re pêkan e. Divê demildest azad bibe."
EM LI DORÊ RÊBERTIYÊ BIBIN YEK
Li ser navê TCŞ'ê Ferhat Mêrdîn axivî û diyar kir ku rojbûna Rêber Apo ji bo Kurdistanê bûye mîladek. Merdîn banga mezinkirina têkoşîna azadiya Rêber Apo li jin û ciwanan kir û got, "Weke TCŞ û TEKOJIN'ê em ê xet û paradîgmaya Rêbertiyê biparêzin. Ev têkoşîn ji bo hemû gelên cîhanê ye."
Meş bi stranên azadiyê û gerandina govendê bi dawî bû.