Newroz li Linzê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Newroz li bajarê Linz ê Awûstûryayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

NEWROZA 2025'AN

Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir, rojbûna 76'an a Rêber Apo hate pîrozkirin.

Alîkara Şaredarê Bajarê Linzê Tina Blochl jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bû û Newroz li her kesî pîroz kir. Tina Blockl bi bîr xist ku li Awûstûrya jorîn zêdeyî 150 çand bi hev re dijîn, hebûna Kurdan a li vê herêmê jî ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye û bi navê Şaredarê Linzê Dietmar Prammer Newroz li gelê Kurd pîroz kir.

Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek û Dîlek Karahan jî derketin ser dikê û silav dan gel. Hevserokan gotin, "Gelê Kurd gelekî welê ye ku xwe bi Newrozê afirand û azad kir. Îsal bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re Newroz hîn bi wate bû û ji gelê Kurd re bû moraleke xurt. Ji ber vê yekê weke îro li vê derê, li tevahiya cîhanê mirov herikîn qadên Newrozê." Hevserokan destnîşan kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê pêk were.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn. Hunermend Rotînda, Agirê Jiyan, Sîmar, Azad Bedran, Koma Dem, Koma Rojava û Îbrahîm Agdat hunera xwe pêşkêş kirin.